Mîdiyakar, bêjerê Radyoya Êrîvanê Keremê Seyad di jiyê 83 saliyê de li Armenistanê wexera dawî kir. Li sala 1960ê Keremê Seyad dest bi xebata xwe li radyoya Êrîvanş dike û dibe serokê beşê Kurdî. Heta 2017 jî ew kar di rojnameya Riya Teze da kar dikir. Ji bo rêzgirtinê li kar û xebata wî, serokê Ermenistanê bi xelatê zêrînê welat xelat kir.
Heval û dostê wî Mirazê Cemal gote Dengê Amerîka kû Keremê Seyad ji xortaniya xwe jiyana xwe ji xizmeta ziman, çand û edebiyata Kurdî re terxan kirbû. Wî got, Keremê Seyad ciwamêr û xwedî rûmet bû.
Your browser doesn’t support HTML5