Rêberên Ereb roja Sêşemê bo hilcivîna welatên Kendavê (GCC) ya salane kom bûn ku giringîya hevalbendî û yekgirtinê nîşan bidin.
Hilcivîn, di demekê de pêk tê ku fîkarên heremî yên ser Îranê zêde dibin û hevrikîya aborî ya di nav bloka berhemanîna petrolê de zêde dibin.
Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman (MBS) yê Erebistana Saudî berîya hilcivînê serdana welatên Kendavê kiribû.
Serdana Prensê Cîgir nêzî salekê pêk hat, piştî ku Rîyadê boykota Erebî ya 3.5 salî ya ser Qatarê bi dawî kir, boykota ku Konseya Hevkarîya Kendavê ya hevalbenda Amerîka, têk biribû.
Medyaya Erebistana Saudî ragihandibû ku serdana Prensê Cîgir MBS bi armanca destnîşankirina hevgirtinê hatiye kirin, di demekê ku hêzên cîhanî hewil didin ku peymana navokî re bi Îranê re vejînin,lê hevdem rola Amerîka ya li Kendavê bi rengekî berbiçav ne zelal e.
Çar dewletên ku boykotê, Qatarê bi piştgirîkirina mîlîtanên Îslamî û destwerdana karûbarên cîranên Ereb yên Kendavê, tawanbar kiribûn.
Lê, Doha ya paytexta Qatarê ev îdayana red kiribû.
Erebistana Saudî û Misir ya ku ne welatê Kendavê ye peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Dohayê re jinûve ava kirin, lê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Bahreyn hîn ew nekirine.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo serrastkirina peywendîyan hin gavan diavêje.
Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Enwer Gargaş heftaya borî ragihandibû ku "di hin waran de hîn hin dem pêwîst dike,lê hevkarîya pratîk, fonksiyonel ya Kendavê jinûve dixebite."
Erebistana Saudî ya Misilmanên Sunnî û Îrana Şîa jibo bandora li seranserê herêmê hevrikîyê dikin ,di bûyerên wek şerê Yemenê û li Lubnanê de.
Rîyad û Ebû Dabî, jiber armancên navokî, bernameya mûşekî û alîgirên herêmî yên Îranê bi fîkar in û bi Tehranê re tekilîyên xwe didomînin ku alozîyê kontrol bikin.
Serokê nû yê Îranê yê tundrew gotibû ku pêşîtîya wî ya sîyaseta derve dê baştirkirina peywendîyên bi cîranên Kendavê re be.
Sekreterê Giştî yê GCC Nayîf El-Hacraf berîya Hilcivînê ji televîzyona Saudî re got ku divê Îran "nîşanên nêta baş pêşkêş bike".
Erebistana Saudî û Îmarat ji polîtîkayên derve yên tund yên wek tevlîbûna şerê Yemenê û pêşengîya boykota Qeterê, dûr ketine û di şûnê de bo veberhênanên biyanî bikişînin û piştgirîya serokê Amerîk Joe Biden qezenc bikin, nêzîkatîyeke nermtir nîşan didin.
Ebû Dabî bo baştirkirina peywendîyên bi Îran û Tirkîyê re bileztir tevdigere û hevdem jinûve bi Sûrîyê re di axife, piştî ku sala borî têkilîyên xwe bi Îsraîlê re serrast kir.