Kemal Kiliçdaroglu: HDP Partîyeke Sîyasîye, YPG Baskê PKK’ê Ye

Kemal Cliçdaroglu Serokê CHPê

Ji alîyê desthilatîyê ve di gelek platforman de Partîya Demokratîk Ya Gelan (HDP) wek rêxistineke terorê tê angaştkirin. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ragahand ku HDP partîyeke sîyasîye lê YPG girêdayî rêxistina PKK’ê ye.

Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîneke xwe ya zindî de li ser tevahîya sîyaseta Tirkiyê axivî. Kiliçdaroglu angaşt kir ku di Îlona 2022’an de wê hilbijartin bê çêkirin.

Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu di axaftina xwe de Serokê Meclîsê Mustafa Şentop û Wezîrê Binasazîyê û Veguhastinê Adîl Karaîsmaîloglu rexne kir. Li ser vê jî Şentop û Karaîsmaîloglu bi xeta telefonê beşdarî bernamê bûn û li ser şaşeyê televîzyonê hev û din rexne kirin. Li ser vê jî Kiliçdaroglu bangî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, "Bila yê Qesrê jî beşdarbe. Min banga yê Qesrê kir çima beşdar nabe?"

Kemal Cliçdaroglu Serokê CHPê û Hevserokên HDPê

Nîrxandina Kiliçdaroglu li ser HDP’ê jî bû. Kiliçdaroglu ragihand ku HDP partîyeke sîyasî ye û di parlementoyê de ye. Kiliçdaroglu di vî warî de wiha pirsî û bersîvand, "HDP partîyeke sîyasî ye? Belê partîyeke sîyasîye. Li parlementoyê grubâ wî heye? Belê heye. Tirkiyê birêve dibe an na? Belê danaşina meclîsê birêve dibe. Başe hûn çawa dikarin bêjin ku HDP partîyeke terorîste. Heke wiha bê gotin wê gavê tê vî wateyî ku Meclîsa Tirkiyê rêxistineke terorê birêve dibe."

Kiliçdaroglu li ser angaştên desthilatîyê yê ser HDP’ê jî sekinî û wiha qise kir:

"Heke têkilîyê HDP’ê bi terorê re heye, li vê derê Serokomar heye, sazîyên din hene. Ser HDP’ê doz hatîye vekirin bila li encama vê dozê temaşe bikin û dadê li gorî rasteqîna hiqûqê û wîcdanê bikar bînin, Di navberê de tiştekî wiha tunene lê bes angaşt û tewanbarkirin heye."

HDP wê di nav Îtifaqa Milet de cî bigre an na? Bersîva vê pirsê Kiliçdaroglu wiha da, "HDP partîyeke sîyasî ye. Di nav Îtifapa Milet de tunene. HDP’ê bi xwe jî ragihand got, ku em di nav îtifaqê de nînin. Ez wek dildarekî demokrasîyê bi hemû partîyên sîyasî re hevdîtinan çêdikim. Dikarim bêjim ku di vî warî de jî em yekemîn partîne."

Kemal Kiliçdaroglu li ser pirseke "Hûn YPG’yê rêrxistineke teror dibînin an na?" Kiliçdaroglu got, "Her kes dizane ku YPG rêxistineke girêdayî PKK’yê ye."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê 09 01 2022