Piştî çend gundên herêma Elşehba ji destê Cebhet el Nusra û alîgirên wê rizgar bûn û ketin destê Hêzên Sûrîya Demoqratîk (HSD), welatîyên herêmê hewil didin ku sazîyên xwe ava bikin û jîyana xwe birêve bibin.
Tevî ku hîn herêm bi temamî nehatî rizgar kirin û hêzên cur bi cur navçeyên dora herêmê kontrol dikin, lê xuya ye welatî li gorî derfetên heyî jîyana xwe birêve dibin.
Gundê Kefernaya li nêzî herêmên bin kontrola rejîmê û DAIŞ da ye, lê tevî wê, welatî vedigerin wî gundi ku pirtir jî 10,000 kes berî şer li wir jîyan dikir.
Your browser doesn’t support HTML5