Zagros Hîwa: Eger Amerîka û YE Zext li Erdogan Bikin Emê Vegerin Dîyalogê

Zagross Hiwa

Îro Pêncşemê Balyozê Amerîka li Tirkîyê John Bass bang li Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kir ku şer û şîdetê rawistîne û vegere çareserîya sîyasî.

Li ser vê mijarê, Zagros Hîwa, endamê navenda têkîlîyên derve yê Koma Civakên Kurdistan (KCK) nirxandinên girîng ji Dengê Amerîka re kirin.

"Me jî banga birêz balyozê Amerîka bihîst. Niha li ser gelê Kurd jenosîdek tê meşandin. Em bang li hêzên navnetewî, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa dikin ku, zextê bixin ser Erdogan da şer rawestîne û vegerîn dîyalogê".

Zagros bi berdewamî dibêje, niha ferqa Tirkîyê û Sûrîyê nemaye, Silopî, Sur û Şirnêx wek Heleb û bajarên Sûrîyê ne.

Zagros daxwaz ji hêzên navnetewî dike ku çawa bang li Asad kirine, bila bi heman rengî banga şer rawistandinê li Erdogan jî bikin.

Kerem kin temamîya hevpeyvîna ligel Zagros Hîwa guhdarî bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Zagros Hîwa endamê peywendiyên KCK