Serokwezîre Îraqê Mustafa El-Kazimî îro Duşemê ji Twitterê ragihand ku berpirsê payabilind yê Dewleta Îslamî Samî Casim hatiye girtin.
El-Kazimî da zanîn ku bala karbidestên ewlekarîyê ser ewlekarîya hilbijartinê bûye û di wê demê de servîsa îstixbaratê jî bo girtina Samî Casim operasyon meşandiye.
Wî ser operasyona girtina Samî Casim zêdetir agahî neda.
Samî Casim ji Serokê berê yê Dewleta Îslamî Ebubekir El-Bexdadî re, ku di sala 2019’an de bi operasyona taybet ya Amerîka hatibû kuştin, cîgirî kiriye.
Wezareta Derve ya Amerîka wê demê bo agahîyên derbarê cîhê Samî Casim û hin berpirsên din yên Dewleta Îslamî xelat teklîf kiribû.