Welatiyekî Îsraîlî Di Tundûtûjiya Kazaxistanê De Tê Kuştin

Wezareta derve ya Îsraîlê îro Şemiyê ragihand ku welatiyekî Îsraîlî di tuntûtûjiyên xwepêşandanên welatê Kazaxistanê de hatiye kuştin.

Îsraîlîyê 22 salî ku bû çend sal in li kazaxistanê dijî, roja Înê bi guleyekê li Almaty hate kuştin, li gor daxuyaniya wezaretê.

Hefteya borî bi dehan kes di kiryarên tundûtûjiyê de jiyana xwe ji dest dan li welatê navenda Asyayê, ku berhemhênerka mezin ya nift û uranyomê ye.

Kazaxistan ji sala 1990î ve, dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, welatekî serbixwe ye.
Îsraîlê roja 6ê Çile huşdariyek li dor rêwîtiya bo Kazaxistanê belav kir.

Jêder: Reuters