Tevî Agirbestê, Şerên Dijwar li Dora Helebê Didomin

Leşkerên Esad di navbera gundê Dahra Abd Rabbo û Kastello ya Helebê, Gulan 27, 2013.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên (SOHR) ragihand ku artêşa Sûrî, tevî ragihandina agirbestê, gelek nêzîkî rêka girîng ya serhildayan kiriye ku ew jibo şandin û wergirtina alîkarîyê bi kar tînin.

Koma Jeyş el-Îslam ya bi piştgirîya Saudi got, 4 ji şervanên wê, dema hewil didan rê li ber hêzên Esad bigirin ku Rêya Kastello bigirin, hatine kuştin.

Di destê serhildayan de tenê rêya Kastello heye ku digiheje deverên bin kontrola hevalendên wan li nav Helebê.

SOHR herwiha ragihand ku di encama êrîşên serhildayan ya ser taxa Sayf al-Dawla ya bin kontrola hikûmetê, 3 kes hatine kuştin.

Artêşa Sûrî roja Çarşemê dabû zanîn ku ewê, ser xatirê eyda Ramazanê, agirbesteke 72 seetî radigihîne, lê şer heta niha berdewam e, taybetî jî li dora Helebê.

Hêzên Beşar Esad ji du salan vir ve hewil didin ku Rêya Kastello bibirin û hatin, çûna serhildayan qût bikin. SOHR dide zanîn ku cara yekê ye hêzên hikûmetê gelek nêzîkî wê armanca xwe bûne.

SOHR bal kişand ku bi desrxistina gireke 1 km nêzîkî rê wê derfet bide hêzên hikûmetê ku teqe li herikîna trafîkê bikin û eger hikûmet bikarê wê rekê di destê xwe de bihêle, hîngê girêdana serhildayan bi tevahî qût dibe.