Serdana Nûnerê Mesûd Barzanî li Rojava Çawa Hat Nirxandin?

Do Duşemê nûnerê Serokê Partîya Demoqrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî serdana Hesekê û Qamişloyê kir.

Li Hesekê, ew ji alîyê fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ve hate qebûl kirin û li Qamişlo jî bi berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) re civîya.

HSD'ê daxuyanîyek nivîskî derbarê civînê de weşand û de got ku “di vê hevdîtinê de Dr. Derbendî peyama piştevanîya serok Barzanî ragihand û bal kişand li ser yekxistina rêzên Kurdistanê û berfirehkirina hevkarîyên hevbeş a jibo rûbirûbûna kêşeyên heyî yên li Sûrîye.”

Li alîyekî din, berdevkê ENKS’ê Feysel Yûsif piştî civîna Derbendî re preskonferansek li dar xist.

Yûsif got ku piştgrîya Herêma Kurdistana Îraqê jibo Kurdên Sûrîyê berdewam û girîng e.

“ENKS’ê jibo çareserkirina nakokîyan amade ye,” Yûsif got.

Hin çavdêr bawer dikin ku serdana nûnerê Barzanî ya Qamişloyê bi mebesta piştgirîya pirojeya dîyaloga navxweyî ya partîyên Kurdên Sûrîyê ye.

Şîrovekarê rewşa sîyasî ya Kurdên Sûrîyê Perwer Mîdî got ku ev serdan qeşa ya navbera alîyên sîyasî yên Kurdî heland.

“Gaveke girîng e jibo yekrêzîya sîyasî ya Kurdên Sûrîyê,” Mîdî got.

Nûnerê Mesûd Barzanî li Qamişloyê tenê serdana nivîsgeha ENKS’ê kir.

Partîyên Yekîtîya Niştîmanî Kurdî (PYNK) ne xwest ser vê serdanê daxuyanîyekê bidin, lê partîya Aştî ya Demoqratîk (PŞD) ku beşek ji PYNK’ê ye ser zarê serokê xwe ji Dengê Amerîka re got ku wê bandora serdanê ser nakokîyên navxweyî yên Kurdên Sûrîyê hebe.

Serokê PŞD Telal Mihemed dîyar kir ku hewce ye partîyên Kurdên Sûrîyê nakokîyên xwe bê destwerdana ti alîyekî dervayê Sûrîyê çareser bikin.

Dûrî nirxandinên sîyasî, serdana nûnerê Mesûd Barzanî cihê kêfxweşîya kolana Kurdî bû li Qamişloyê.

Cemal Hesen yê 50 salî bazirganekî avahîyan e, got ku ev serdan gavek erênî ye piştî demeke dirêj ji nakokîyan.

“Tevî dereng bû, lê tê wata ku Kurd dikarin nakokîyên xwe çareser bikin,” Hesen got.

Li gorî hin agahîyan, dê demek nêzîk, lihevkirina PYNK û ENKS’ê ya damezerandina şanda Kurdî jibo Şamê were ragihandin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_01_14_2025_Karvedana_Serdane