ENQERE — Li Tirkîyê di 1 Gelawêja 2023'an de bazarkirina peymana giştî ( dîyarkirina mûçeyên karmendan) ya sala 2024 û 2025’an ku gotûbêja wê di navbera hikûmet û sendîkayên karmendan (memûran) de destpêkiribû.
Lê di vî warî de heta niha jî hikûmet û sendîkayan li ser yek armancê pêk nehatin. Ev hevdîtin heta 21 Gelawêjê dê bidomin.
Wezîrê Ewlekarîya Civakî û Xebatê Vedat Işikhan, pêşnîyara yekemîn di 14 Gelawêjê de jibo destpêka 6 mehê 2024’an ji sedî 14, jibo kerîya dûyemîn ya 6 mehên din jî ji sedî 9 pêşkêş kiribû.
Li gor daneyên Serokatîya Butçe û Stratejîya Serokomarîyê li tevahîya Tirkîyê û heremên Kurdan 5 mîlyon û 98 hezar û 693 karmendên dewletê hene.
Niha bi hikûmetê re jibo vê bazarkirina peymana giştî du sendîkayên mezin erkdarin.
Ji vanan ya yekemîn, ku endamên wî herî zêde ne, Konfederasyona Sendîkayên Memûr (Memûr-Sen) ya dinê jî Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Kamû’yê (KESK) ne.
Piştî ku hikûmetê pêşnîyara xwe dîyar kir, KESK’ê li hemberî vî bertêk nîşan da û li Enqerê bi daxûyanîyeke girseyî dij derket. Di 16 Gelawêjê de jî li tevahîya Tirkîyê yek roj dest ji kar berda.
KESK dixwaze ku zêdebûnî li ser sînorê xizanîyê be. Jiber vê jî mûçeyê karmendan herî kêm 45 hezar daxwaz dike; ku karmend niha herî kêm 22 hezar digre.
Memûr Sen jî li hemberî vê helwesta hikûmetê dij derdikeve. Daxwazên Memûr Senê jî ewe ku di kerîyê yeke de ji sedî 25, ji kerîyê dûyê de jî ji sedî 15 zêdebûn bibe.
Duh, di 17 Tebaxê de, Wezîrê Ewlekarîya Civakî û Xebatê Işikhan, pêşnîyara duyemîn pêşkêş kir. Li gor wê, di kerîyê yekê yê sala 2024’an ji sedî 15, jibo kerîyê dûyemîn jî ji sedî 10 pêşkêş kir.
Işıkhan, jibo kerîyê yekemîn ya sala 2025’an ji sedî 6, jibo kerîyê duyemîn jî ji sedî 5 dîyar kir.
Ev herdû sendîka, niha van pêşnîyarên hikûmetê napejirînin. Bazarkirina peymana giştî wê heta 4 rojên din werin nîqaşkirin.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kabalan Yeşîl, ev bazarkirinên ku di navbara hikûmetê û wan de derbas dibe ji Dengê Amerîkayê nirxand.
Yeşîl radigîhîne ku heke di bazarkirinê de li hev nekin ewê hêza ku ji karmenda digrin derxînin kolanan.
“Me wek KESK jibo hişyarîyê rojek ji kar dest vekişand û greveke rojane kir. Lê me dît ku hemû karmendan piştgirîyeke mezin dan me.
Jibo çi? Jibo ku li hemberî zeman, bilindbûna bihayan wek her kesî karmend jî têk çûne, lawaz ketine û nikarin debara xwe bikin. Heke em bi hikûmetê re di vî warî de pêk neyên emê hêza xwe bikar bînin.”
Heta 21 Tebaxê gelo hikûmet wê pêşnîyareke din bîne an neyne? Bala Memûr-Sen û KESK’ê niha li ser vê yekê ye.
Li gor daxûyanîyên her dû sendîkayan, heke hikûmet li gor daxwazên wan pêşnîyarekê dîtbar neke, dibe ku Memûr-Sen vê yeke bibe Lijneya Hekem. Lê KESK, ji vê lijneyê bawer nake, dibêje ku di nav wê lijnê de layenên hikûmetê hene. Jber vê KESK jibo paşta gav avêtina hikûmetê hêza xwe nîşan dide.
Your browser doesn’t support HTML5