Karamollaoğlu: Hilbijartina 14'ê Gulanê Referandum E

Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoğlu di roja yekê ya Eyda Ramazanê de serdana Adana kir.

Karamollaoglu di çalakîya Sifreya Xelîl Îbrahîm de bi gel re bo pîrozkirina cejnê civîya.

Wî dîyar kir ku ew di peyvajoya felaketekê de diçin hilbijartinan.

"Hilbijartina 14’ê Gulanê referandum e. Bi her dengê em didin, emê siberoja Tirkîyê, rêka wê dîyar bikin.’’

Karamollaoglu got ku ewê bi dengên xwe dawî li nebûna dadmendîyê, bertîlê û xizanîyê bînin.

Partîya Saadetê di Hevpeymanîya Netew de ye û piştgirî dide berbijarê serokomarîyê yê wê tifaqê Kemal Kiliçdaroglu.

Jêder: Partîya Saadetê