Desteya Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser ya li Sûrîyê ragihand ku wan roja Çarşemê du jin û du zarokên malbatên DAIŞ’ê radestî şanda hikûmeta Kanadayê kirine.
Şandeke fermî ya Kanada serdana Sûrîyê kir û ligel karbidestên Rêvebirîya Xweser civîyan.
Şanda Kanadî ji van karbidestan pêk hat: Rêvebirê Giştî yê Beşa Ewlekarî û Rewşa Awarte li Wezareta Derve Sebastien Beaulieu, Rêveberê Ofîsa Sûrîyê li Balyozxaneya Kanada li Lubnanê Rasta Daei û Cîgirê Rêvebirê Beşa Nirxandina Gefan li Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Tariq Gordon pêk dihat.
Serokê şanda Kanadî ji dezgehên nêzîkî Rêvebirîya Xweser re got ku "ew hatine ji bo wergirtina 4 welatîyên xwe ku du jin û du zarok in, ji Bakur û Rojhilata Sûrîyê."
Şand ji alîyê Hevserokê Desteya Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê û hejmarek rayedarên Rêvebirîyê ve hat pêşwazî kirin.
Ev du meh in, welatên bîyanî dest bi vegerandina welatîyên xwe yên ku di nav DAIŞ’ê de bûn, ji kampên herêmên Rêvebirîya Xweser li Sûrîyê vedigerînin.
Heta niha 10 welatan welatîyên xwe yên DAIŞ ji kampên Roj û Holê vegerandine. Ew welat jî ev in: ji Almanya 91 zarok û jin, Fransa 141 zarok û jin, Amerîkayê 26 zarok û jin, Qazaqistanê 700 zarok û jin, Rûsyayê 238 zarok û jin, Brîtanyayê 3 zarok û jin, Danîmarkayê 22 zarok û jin, Başûrê Afrîqayê 16 zarok û jin, Australya 64 zarok û jin û Holandayê jî 41 zarok û jinan pêk tên.
Li gor Rêvebirîya Xweser, heta niha zêdeyî 40 hezar çekdar û malbatên DAIŞ di nav kamp û zindanên wan de hene ku zêdetirî 27 hezar bîyanî ne ku piranîya wan jî di nav kampên Holê û Rojê de dimînin.
Çavdêr bawer dikin ku bilezkirina tevgera vegerandina malbatên Daişê yên bîyanî piştî fişarên ji alîyê koalisyonê li alîyekî, li alîyê din rêveberîya xweser tevgera diplomasî li welatên Rojavayî aktîv kir ye.
Your browser doesn’t support HTML5