Festîvala Kan (Cannes) Îro Bidawî Dibe û Xwediyên Xelatan Eşkere Dibin

Dîmen ji xûla 77an ya Cannes Film Festival - tîma filma "The Seed of the Sacred Fig" ku di nava pêşbaziya wergirtina xelat de ye.

Perda dawî ya festîvala Kan (Cannes) ya Filmên Sînemayî ya Navnetewî îro Şemiyê bi şev tê girtin.

Juriya, bi serokatiya derhênera Barbie Greta Gerwig, dê di merasîma girtinê de serketin û xelata herî baş ya festîvalê eşkere bike.

Di nava filmên îsal de fîlmek li ser serokê berê yê Amerîka û berbijarê Komariyan yê hilbijartinên 2024ê Donald Trump heye, yek din jî li ser rêberekî çeteyan li Meksîk heye, tê meraqkirin ku kî dê îsal xelata herî baş bistîne.

Filmên ku jibo xelata mezin di festîvala îsal de têdikoşin yên weke; Fîlma derbarê jînenîgarî ya serokê berê yê Amerîka Donald Trump heye, fîlmek mûzîkî li ser serkirdeyekî grûpeke çeteyan yê Meksîkî, û fîlmek demdirêj yê derhêner Francis Ford Coppola, di nav wan berhemên din de, ji bo Xelata Mezin a Festîvala Fîlman a Cannesê têdikoşin

Juriya bi serokatiya Greta Gerwig derhênera fîlma Barbie ku havîna borî serkeftinek mezin bi dest xistibû û 8 endamên din jî tê de hene, dê ji nav 22 fîlmên di pêşbirkê de xelata Palmiya Zêrîn diyar bikin.

Endamên jûriyê, di nav de lîstikvana Amerîkî Lily Gladstone û derhênerê Japonî Hirokazu Kore-eda, gotin ku ew baş dizanin ku bandora çarenûsî ya biryara wan li ser derhêneran heye.

Fîlma epîk ya zanistî "Megalopolis", ku ji hêla Coppola ve hatî derhêner û Adam Driver dileyize, dema ku di 16ê Gulanê de hate pêşandan, bû sedema rexneyên cûda.

Lêbelê, filmê "Emilia Perez" ku Selena Gomez û Zoe Saldana dilîzin, bijare ye ku xelatê werbigire.

Fîlm rexnegir matmayî hiştin, jiber stranên ku li ser rêberekê kartelê yê narkotîkê yê Meksîkî ku (regezguhêz) ku ji mêr derbasî jin dibe hatin strandin û rêxistinek NGO ava dike ji bo lêgerîna kesên winda.

Filmê bihêz yê ku dikeve di Pêşbaziyê de fîlma "All We Imagine As Light" e, ku yekem fîlma Hindî ya di pêşbaziyê de di 30 salan de ye, her weha "Anora", ku fîlmeke komedî-dramaya reşbîne ji Sean Baker li ser semakarekê ye ya li New York'ê, û fîlima dramaya tirsnê "The Substance", ya Demi Moore .

Fîlma "The Apprentice" ku serdemeke ji jiyana Trump nîşan dide û fîlma "The Seed of the Sacred Fig" a derhênerê Îranî yê sirgûnkirî Mihemed Resûlof bi mijarên xwe yên îroyîn bala tema]evanan kişand ser xwe, lê Rêvebirê festîvalê Thierry Fremaux daxwaza lêborînê kir ku di festîvalê de pirsên siyasî û civakî di festîvalê de gelek nayên meraqkirin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku xûla 77an ya festîvalê di 14 Gulanê de hatbû destpêkirin.

Jêder: Reuters/AFP/Alhurra