Di Encama 2 Rojên Operasyona Kampa Holê de 53 Çekdarên DAIŞ'ê Hatin Girtin

Oprasyona kampa Holê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam e. ku heya niha 53 çekdarên DAIŞ'ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin.

Yek ji wan navê wî Ebû Sed El-Îraqî ku berpirsê Zekatê ye, di kampê de. Û yek ji kesên herî giring yê birêvrbirên şaneyên razayî yê Daişê ye li kampê.

Elî Hesen peyvdarê Asayîşê li herêma Xweseriya Demokratîk li bakurê rojhilatê Sûriyê derbarê encamên heta niha got:

"Di du rojên borî de û heta niha 53 çeteyên DAIŞ`ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin."

Li gorî berpirsên oprasyonê ku di nava du rojan de du beşên herî mezin di kampê de hatine paqijkirin.

Ku di herdû beşan de lêgerîn û operasyon di 4650 kon de hat kirin û hin alavên giring hatine bidest xistin.

Li alîyekî din, li gorî berpirsên oprasyonê ku nêzî 11 hezar kes di nava du rojan de hatin belgekirin, û data wan hat qeydkirin. Balkêşe ku ev cara yekê ye rêsta DNA ya herî kesî li kampê tê kişandin.

Li gorî agahîyên tekez ku di oprasyonê de hin çekên sivik û amûrên bo kuştinê dihat bikaranîn hatin dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku li kampa Holê 14839 malbat ,ku 63255 kesin ji 54 welatan di nêzî 20,000 konî de ne hatine bicihkirin.

Armanca oprasyonê paqojkirina hemû konan e, û belgekirina her kesî yên ku di kampê de dijîn e.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Qamîşlo 31 03 2021