Demokrat Deng Didin ku Harris Bibe Berbijara Seroktîyê

Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka û Berbijara Çaverêkirî ya Demokratan bo Hilbijartinên Seroktîyê.

Bi hezaran delegeyên Demokrat îro Pêncşemê dê dest bi dengdanê bikin da ku bi fermî Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris wekî berbijara partiyê destnîşan bikin.

Harris dema were hilbijartin dê li hember serokê berê yê Amerîka Donald Trump bikeve di pêşbaziya hilbijartinên 2024ê de ku meha Mijdarê dê werin kirin, di vê navberê de, Harris ji zêdetirî 100 sermayedaran bo helmetên hilbijartinê piştgirî wergirtiye.

Pêvajoya dengdanê, ku çend rojan dê berdewam bike, bi şêweke elektronîk tê birêvebirin, ev yek jî rîyek nû ya neasayî ya dengdanê ye di hilbijartinên îsal de.

Kêmtir ji du hefteyan piştî ku Serok Joe Biden ji pêşbaziyê vekişiya ji bo bidestxistina terma duyan ya seroktîyê, hin alozî û tevlihevî di nava demokratan de çêbûn, lê piştgîriya bihêz ya Harris weke ku bibe berbijêr derket pêş.

Bi giştî berbijarîya fermî dê di kongreya giştî ya Partiya Demokrat de were ragihandin ku îsal dê li Chicago di navbera rojên 19-22'ê Tebaxê çê bibe.

Lê jiber ku wîlayeta Ohio muhleta berbijariya seroktîyê destnîşan kir, ku roja Çarşema bihê dê bidawî bibe, Demokratan biryar da ku berî Kongreyê dest bi hilbijartina rasterast ya elektronî bikin ku kêm caran çî dibe, lê ew berê di sala 2020'an de ji ber pandemîya Covîd 19 hate pejirandin.

Dengdan sibeha Pêncşemê dest pê dike û roja Duşemê piştî nîvro bi dawî dibe.

Partiya Demokrat amaje bi wê yekê nekiriye ku çawa dengdan û encamên rojane dê derkevin û ên ragihandin.

Piştî ku Biden piştgirî da namzedkirina cîgira xwe dema ku wî vekişîna xwe ragihand, Harris ya (59 salî) zû bi ser ket ku xwe wekî tekane alternatîfa çaverêkirî ferz bike, piştgirîyek berfireh di nav rayedarên partiyê de bidest bixe û di anketan de rêjeyên piştgirîyê ji serok Biden zêdetir bi dest bixe.

Daxwaza Harris ji bo namzediya partiyê di nav Demokratan de seferberiyek xurt derxist, ku di kampanyaya berhevkirina drav de hate xuyakirin dema ku piştevaniyek diravî xurt ji wê re hat.

The Washington Post dibêje, Harris tekane berendama partiya demokrate di dengdana dîtinbar ya elektronî de e li ser banga roll virtual ji bo namzedê serokatiya Demokrat

Dengdana elektronî ya ji bo nêzî 4,000 delegeyên Demokrat wê roja Pêncşemêdemjimêr 9'ê sibê dest pê bike û demjimêr 18’ê êvarî ya roja 5'ê Tebaxê bidawî bibe.