Di Êrîşa li Kabulê de Kuştî û Birîndar Hene

Dîmeneke hêzên Talîban, yên li nêzî qada teqînê, Kabul, Afganistan; 23 Îlon, 2022

Li Kabul ya paytexta Afganistanê îro Înê li ber mizgeftekê bombeyeke teqîya û di encamê de 2 jê zarok 7 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polîsê Kabulê Xalîd Zedran, bûyer piştrast kir û got ku teqîn dema ku mirov piştî nimêja Înê ji mizgefta serekî ya li taxa Wezîr Ekber Xan derdiketin, pêk hatiye.

"Tevahîya kesên hatine kuştin, sivîl in," Zadran got.

Nexweşxaneya Îtalî ya rêxistineke xwêrxwazîyê ragihand ku jiber teqînê 14 kes hatine rakirin bo nexwaşxanê, ku 4 kes ji wan jixwe mirîbûn.

Zadran da zanîn ku bombe di wesayîta ku li ber mizgeftê rawestîbû de hatiye bicîh kirin û bo kesên berpirs werin darizandin, lêpirsîn didome.

Heman mizgeft di dema borî de jî çend caran bûye armanc, di nav de teqînek di Hezîrana 2020’an de - berîya ku Talîban jinûve desthilatdar be ku melayê mizgeftê hat kuştin û çend kes birîndar bûn.

Amerîka teqîna mizgeftê wekî "êrîşeke hovane" şermezar kir.

"Êrîşek bi vî rengî ya dijî kesên ku pîvanên bawerîya xwe pêk tînin, ne rewa ye. Em ji malbatên qurbanîyan re sersaxîyê dixwazin û hêvî dikin ku birîndar zû baş bibin."