Roja Çarşemê li mizgeftekê li paytaxta Afganîstanê di encama peqîna bombeke destan de 6 kes birîndar bûn.
Polîs dibêjin çend deqe piştî nivêja nîvro di meha remezana pîroz de bidawî bû peqîn pêkhat.
Ji dema ku Talîbanê li meha Tebaxa sala borî kontrola welat kir, êrîş bo ser armancên giştî li Afganistanê gelek kêm bûne, lê grûpa terorîstî ya DAIŞê li ser êrîş û çalakiyên xwe li seranserî welat berdewam e.
Yek ji kesên ku li mizgeftê nivêj dikir Mihemed Yasîn ji AFP'ê re axivî û got: "Dema teqîn pêk hat me nivêja xwe bidawîkirû û em ji mizgeftê derketibûn.
Berdevkê polîsên Kabûlê Xalid Zerdan ji ajansa France Press (AFP) re axivî û diyar kir ku bombeyeke destan avêtine mizgeftekê, li cihê bûyerê gumanbarek hatiye girtin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê ti kes yan alîyekî berpirsîya êrîşê negirtîye ser xwe, lê grûpa Dewleta Îslamî ya Xorasanê (DAIŞ – Khorasan) di van demên dawîde li Kabûl û bajarên din êrîşan pêk tîne.
Karbidestên Talîban îsrar dikin ku hêzên wan dê DAIŞê têk bibin, lê analîst dibêjin ku grûpa cîhadî astengeke mezin ya ewlekarîyê ye li pêş Talîbana tundrê, ku niha li Afganistanê desthilatdare.
Vê jî bixwîne: Peqîn li Kabul Herî Kêm 15 Kes Birîndar DibinVê jî bixwîne: Talîban Dibistanan li Xwendekarên Keç Qedexe Dike