Kadrî Yildirim: Tevgera Leşkerî ya Tirkîyê li Efrînê Nayê Qebûl Kirin

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadri Yildirim li ser rewşa operasyona Efrînê û helwesta Tirkîyê got ku tevgera leşkerî ya Tirkîyê li wê derê nayê qebûl kirin.

Yildirim got, tevî ku Efrîn herêmeke xweser e, HSD dibêje ew der di fermîyetê de beşeke ji erda Sûrî ye.

“Tirkîye dibêje ku ew hatina hêzên rejima Sûrî li Efrînê qebûl nake. Gelo ti dewlet tuneye ku ji Tirkîyê re bêje “tu ji derve hatî, dixwazî têkevî nava vî bajarî û tu bikevî bajarê encama wê xirab be?"

Wî rewş li Efrînê şiband setrencê ku dema şerê kolanan, şerê sing bi sing destpê bike, wê mesele tevlîhevtir bibe.

Yildirim jibo statuya Kurdan got ku astengîya herî mezin nebuna yekîtîya navxwe ya Kurdan e.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_02_22_2018