Gelek caran ji ber tinebûna alavan, astengiyên jiyanê, huner tê li pêş û dibe zimanê wan azer û astengiyan. Wisa Ciwan Hisên berê xwe da sînema û kir zimanê bersiva xwe li hemberî van astengiyan.
Ciwan Hisên yan jî wekê tê naskirin( Ciwan Kurdî), ji bajarê Qamişlo ye.
Li Şama paytext, xwendina wêjeyê qedand
Li Şamêi dest bi xebatên xwe li ser şano û nivîsa sînaryo kir.
Piştî xwendina wêjeyê, Ciwan xwendina şano berdewam kir û di elevizyona Sûrî de kar kir, mîna alîkarê derhîner .
Li Qamişlo filimê bi navê (Zinar û Nawî ) çê kir.
Ji sala 2015an, Ciwan li Almaniya bicî bû.
Filimê xwe yê bi navê ( Fîşeka Sar) bi NY re çê kir
Nuha li zanîngeha Hamburg - Almaniya, xwendina sînema dike.
Filimê wî yê dawî bi navê (Kêlîkek Hêvî) bû.
Xewna Ciwan, ku karibe êşa gelê Kurd bi rêka Sînema bighîne cemawerên biyanî.
Your browser doesn’t support HTML5