Îro Cejna Juneteenth li Amerîka Tê Pîrozkirin

Îro Çarşemê bînvedaneke federal e li Amerîkayê jibo pîrozkirina Cejna Juneteenth ya Niştimanî.

Juneteenth tê wateya 19’ê Hezîranê. Ev cejn nîşana wê rojê ye dema sala 1856’an şerê navxweyî yê Amerîka bi fermî bi dawî bû û pê re jî koledarîya li welêt.

Di 19’ê Hezîrana 1865’an de Generalê Artêşa Amerîkî Gordon Granger derbazî nav bajarê Galveston yê Teksasê bû û agahdarî da dora 250 hezar koleyan ku ew êdî azad in. Ev yek hate holê piştî çar salan ji şerê navxweyî di navbera Artêşa Yekîtîyê ya bakurê Amerîka û wîlayetên konfederasyonê yên başûr de.

Biryara rakirina koledarîyê sala 1863'an ji alîyê serokê wê çaxê Abraham Lincoln ve hatibû dayîn, lê cihbicihkirina wê tenê piştî dawîhatina şer û têkçûna hêzên konfederasyonê pêk hat. Di encamê de bêtirî 3 milyon koleyên Amerîkî yên Afrîqî êdî hatin azadkirin.

Di sala 2021’ê de êdî ev roj bi awayekî fermî ji alîyê Serok Joe Biden ve wekî cejneke niştimanî ya federal hate nasîn, piştî ku bernivîsa wê qanûnê li Kongresê hatibû erê kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Îro li Amerîka Roja Junteenth Tê Pîroz Kirin