Talîban: Me Herêma Jowzjan ya Afganistanê ji DAIŞ'ê Paqij Kir

Arşîv: Herêma Jowzjan-Afganistan

Tevgera Talîban roja Çarşemê di daxûyanityekê de ragihand ku, wan herêma Jowzjan ya li bakurê welat ji çekdarên DAIŞ'ê paqij kirîye, hin reviyan û hinekan jî xwe radestî hêzên hikûmeta Kabûl kirine.

Di heman demê de, berpirsên herêma Jowzjan ya Afganistanê ku hevsinore li gel Turkmenistanê tekez kirin ku Çarşemê ji sedema şerên di navbera çekdarên Talîban û yên DAIŞê de 150 çekdarên Dewleta Îslamê xwe radestî hêzên hikûmetê kabûl kirine.

Berpirsê policên herêmê ku di heman demê de berpirsê hêzên ewlekariyê ye li Jowzjan, gote VOA Dengê Amerîka, di nava çekdarên DAIŞ'ê yên xwe radest kirine Habibur Rehman berpirsê DAIŞ'ê jî heye, û wan serê sibeya Çarşemê xwe radest kirine û niha li bingeha serke ya polîsan dimînin.

Peyvdarê Talîbanê, Zabihullah Mujahid dibêje, di şer û pevçûnên li dij çekdarên DAIŞ'ê de, li herêma Derzab, herî kêm 100 çekdarên DAIŞ'ê hatin kuştin, û 130 kesan xwe radest kirîye, peyvdar Mujahîd dibêje, ji aliyê Talîban de 17 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Talîban û DAIŞ li Afganistanê li dij hikûmeta Kabûl şer dikin û dixwazin hikûmetek Îslamî tûndre ava bikin.