Johnson Dibêje Çekên Rûsya Wê Kêm Bin û Hêza Wê ya Cengê Dakeve

Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji komeke rojnameyên Ewrupî re dîyar kir ku leza Rûsya ya di cengê de dê di mehên pêş de dakeve.

Johnson ji zarê îstixbarata Brîtanya da zanîn ku her çiqas Rûsya li herêma Donbasê pêşde diçe jî gelek leşkerên wê têne kuştin û çekên wê jî kêm dibin.

Wî got ku di demên pêş de bi kêmbûna çekên Rûsya re ew dê êdî nikaribe zêdetir pêşde here.

''Wê çaxê divê em alîkarîya Ukrayna bikin ku vê rewişê bo xwe bikie avantaj. Ez dê ser vê yekê bi rêberên G7 re danûstandini bikim.'' Johnson got û civîna di dawîya hefteyê de bi bîr xist.

Johnson dîyar kir ku Ukrayna dijî Rûsya karibe çiqas êrîşan li dar bixe divê ew ewqas piştgirîya leşkerî bidin wê.

Wî da zanîn ku Ukrayna herî kêm statuya xwe ya berî destpêka şer bi dest xwe xwe û hêzên Rûs bi şûnde vegerîne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve welatên Rojava piştgirîya Kîevê dikin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînîn.