Johnson Bang li Brîtanîyan Dike ku Dijî Omicronê Vaksîna Xurtker li Xwe Bidin

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson roja Pêncşemê vaksîna xurtker ya vîrusa korona li xwe da û bang li welatîyê xwe kir ku dijî cureya Omicron vaksîna xurtker li xwe bidin.

Johnson yê bi maske li navendeke vaksînê ya li Londonê bi welatîyên re ser karanîna vaksîna xurtker axifî û bo karanînê spasîya wan kir.

Wî bi bîr xist ku ew par jiber vîrusa korona ketiye nexweşxaneyê û got ku wê demê gumana çêbûna rewişeke xirabtir jî çêbûye.

Johnson piştî karanîna vaksînê spasîya karmendên saxlemîyê kir û rozeteke ku dide zanîn ku wî bi vaksînê bedena xwe xurttir kiriye ji destê karmendekê saxlemîyê sitand.

Serokwezîrê Brîtanya dîyar kir ku wan li welêt 18,6 mîlyon vaksînên xurtker karanîne û da zanîn ku ew dijî Omicronê dîwareke bilind ya parastinê ava dikin.