Johnson ji Qralîçe Elîzabeth Destûra Avakirina Hikûmetê Sitand

Partîya Konservatîf ya bi pêşengîya Boris Johnson ji hilbijartina 1987’an vir ve serkeftina xwe ya herî mezin bi dest xist û bi ferqeke pir hat deshilatê.

Partîya Karkeran ya bi seroktîya Jeremy Corbyn ji 1935’an vir ve têkçûna xwe ya herî mezin dît.

Boris Johnson, piştî serketina di hilbijartinê de seradna Serdana Qralîçe Elizabeth ya Duyê kir û ji wê destûra avakirina hikûmetê sitand.

Konservatîfan ji 650 kursîyên parlamanê 364 bi dest xistine û Johnson dide zanîn bi vî awayî astenga li pêş derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) rabûye.

Karbidestên YE’ê dîyar dikin ku ew li bendê ne ku parlamana Brîtanya demûdest Brexitê bipejirîne.