Johnson Yekîtîya Ewrupî Li Dor Bazirganîya Piştî Brexit'ê Hişyar Dike

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Şemîyê dîyar kir ku ewê Brîtanya di pirsgirêka bazirganî ya bi Yekîtîya Ewrupa (YE) de, Brîtanya dê jibo parastina yekparçeyîya axa xwe her tiştê ku pêwîst be, bike.

Johnson, hevdem YE tehdît kir û got ku heke çareserîyeke neyê dîtin ku sala borî Brîtanya ji YE veqetyabû, jiber xalekî peymana Brexit ya ser ser sînorên bi Îrlandaya Bakur, alozî û nîqaşên girîng derketibû ewê tedbîrên awarte ragihîne.

Piştî ku sala borî Brîtanya ji YE veqetyabû, jiber xalekî peymana Brexit ya ser ser sînorên bi Îrlandaya Bakur, alozî û nîqaşên girîng derketibû holê, lê piştre hineke bêdengî hatibû ava kirin.

Ev gefa Johnson ya îro, di şerê devkî ya ser vê pirsgirêkê, wek xirabkirina agirbesteke demkî tê nirxandin.

Tevî ku Serokê Amerîka Joe Biden wan teşwîq dike ku çareserîyeke bibînin, Johnson hilcivîna G7'an bikar anî da ku nîşan bide ku ser pisgirêka ku mîna protokola Îrlandaya Bakur tê binavkirin de, di helwestaya wî de ti nermbûn çênebûye.

Johnson ji Sky News re ragihand ku ew bawer dike ku ew dikarin wê çareser bikin lê ev divê heval û hevkarên wan yên YE fam bikin ku çi tişt pêwîst bike, ew ê bikin.

"Ez bawer dikim ku heke karanîna protokolê bi vî rengî berdewam bike, wê hingê emê guman nekin ku qanûna 16'an bînin rojevê," Johnson got.

Wî bi berdewamî qanûna 16'an destnîşan kir ku dibêje heke her du alî jî bawer dikin ku peyman dibe sedema dijwarîyên aborî, civakî yan yên jîngehê, destûrê dide ku ew tedbîran bistînin.

"Min îro li vir bi hin hevalên me re peyivîm, ku wusa xûye dike fam nakin ku Brîtanya welatek yekane ya tenê ye, serwerîyeke tenê ye. Pêdivî ye ku ez vê yekê têxînim serê wan," Johnson got.

Ev daxuyanîyên Johnson, di dema hilcivîna G7'an ya li Cornwall ya li başûrê rojavayê Îngîltereyê niha didome de, pêk hat; piştî ku wî bi serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîra Alman Angela Merkel û karbidestên payebilind yên YE Ursula von der Leyen û Charles Michel re hevdîtin kir.

YE careke din ji hikûmeta Brîtanî re got ku divê ew peymana Brexit bi tevahî pêk bîne û bo hin kelûpelên ku ji Brîtanya têne şandinê Îrlandaya Bakur, divê rêgezên kontrolkirinê werin dîyar kirin.

Brîtanya jî banga xwe ya jibo çareserîyên demûdest û nûjen dubare kir da ku alozîyê sivik bike.