Serok Biden li Dor Şerê Ukrayna Putin Şermezar Dike

Russia Ukraine War US Europe

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Vladîmîr Pûtîn ji ber şerê mehekê yê li Ukraynayê şermezar kir, û bi eşkere serokê Rûsyayê wekî "qesabekî" ku "nikare li ser desthilatê bimîne" binav kir.

Serokê Amerîkayê Joe Bidenî roja Şemîyê li paytextê Polonyayê Warşowayê gotarek pêşkêş kir û Rusya hişyar ku qet nefikirin ku bihostekê jî bikevin nav axa NATOyê. Berê wê gotarê Biden digel Wezîrên Derve û yê Beravanîyê yên Ukraynayê li Polonyayê civîyabû û berê hatina bo Polonyayê jî digel hevalbendên NATOyê û Yekitîya Ewropayê li Brûkselê ser kêşeya Ukraynayê civîyabû.

Qesra Spî bi lez û bez ser şîroveyên nedîtî yên Bidenî derbarê Pûtînî daxuyanîyek zelal kirinê da û got armanca rêberê Amerîkayê "guhertina rejîmê" li Rûsyayê nîn e, lê bandora wî ya li ser welatên cînar bû li herêmê.
Lê Kremlînê nerazîbûna xwe dîyar kir.

Karbidestekî got ku êrîşên kesane "derfetên" ji bo têkiliyên dualî kêm dikin.

Li ser pirsa li ser şîroveya Biden, peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov gote Reutersê : "Ev biryar ne ya Biden e. Serokê Rûsyayê ji aliyê Rûsan ve têt hilbijartin."

Bidenî şerê li dijî Pûtînî wekî "şerekî nû bo azadiyê" bi nav kir, û got ku dazwaza Putin ji bo "hêza bêsînor" têkçûnek stratejîk e ji bo Rûsyayê û kêşeyek rasterast li hember aştiya Ewropayê ye ku bi giranî ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn êreve serwer bûye.

Biden got, "Rojava niha ji berê bihêztir e, yekgirtîtir e." "Ew şere bi rojan anjî bi mehan ser nakeve. Ji boşer û têkoşîna dirêj ya li pêşiya me divêt em xwe xurt bikin."

Bidenî bang li xelkê Rusyayê jî kir û got hûn dijminê me nîn in û ji xelkê Rusyayê xwast ku bo ambargoyên giran yên Rojavayê ser Rusyayê sepandî serokê xwe tawanbar bikin.

Bidenî herwiha piştevanîya xwe bo Ukraynîyan dîsa dîyar kir û got em piştevanên we ne.

Ji alîyê din ve şerê di navbera Rusya û Ukraynayê berdevam e.
Berê axivtina serok Bidenî Rusyayê bi du mûşekan êriş kir ser depoyek sotemeniyê li bajarê Lvivê yê rojavayê Ukraynayê ku 70 kîlometreyan dûrî sînorê Polonyayê ye.

Di wê êrişe da bi kêmî ve pênc kes birîndar bûn.