Rêjeya Bêkarî li Amerîka Berdewamî Kêmtir Dibe

Afirandina karên nû li Amerîka di meha Gulanê xurt bû. Rêjeya bekarî ku di meha Nîsanê de 3.9 ji sedê bû, kete 3.8 ji sedê ku rêjeya herî nizim ya 18 salên dawî ye.

Di meha borî de 223,000 karên nû di bazara kar ya Amerîkî de zêde bû ku ew ne girêdayî karên çandinî û cotkarî ne.

Ew rêja Raporta îro ya Wezareta Kar ya Amerîka herwiha nîşan dide ku mûçe jî bi awayekî berdewam zêde dibe. Mûçe di serê demjimêrekê de 8 cent pirtir bûye û ew yek li gor sala borî 2.7 ji sedê bilindtir e.