Rewşa mafê mirovan li Efrînê ji dema destdanîna Tirkîyê û komên çekdar li ser herêmê pir xirab bûye.
Li gor raportên sazîyên mafên mirovan û hiqûqî û agahîyên ji hindurê herêmê tên ragihandin, binpêkirinên li dijî şênîyên Kurd didomin û bi taybetî jin dibin armanca givaştin û zêdegavîyan.
Endama Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Heyhan Elî dibêje ku ji dema destdanîna Tirkîyê heta niha pirtir ji hezar jin hatine revandin û girtin.
“Hin ji wan beramberî pereyan hatin berdan, lê çarenivîsa 400 jinan ne dîyar e. Hejmarên ku me belge kirine tenê 30 ji sedî rastîya li ser erdê ye.
Heyhan dide zanîn ku wan kuştina 69 jinan belge kiriye û herwiha 67 bûyerên destdirêjîya dijî jinan hatine kirin.
”Jin li girtîgehên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve dibin armanca tundîya derûnî, fîzîkî û seksî.”
Malbatên wan jinên ku çarenivîsa wan natê zanîn, di rewşeke pir dijwar de û di nav meraqan de li hêvîya vegera hezkirîyên xwe ne.
Semîra Husên dayîka jineke revandî ya bi navê Valantîna Mustefa ya 22 salî ye.
“Ev 3 sal in qîza min li Efrînê hinda bûye. Kî ji zindanê derdikeve ez xwe digihînim ku tenê agahîyekê bidin min. Ez nizanim ku dijî yan mirî ye. Ez niaznim çi hatiye serê gendi. Ez hawara xwe digîhînim hemû cîhanê ku bi min re bibin alîkar”.
Rêxistinên mafê mirovan yên Kurdî û Sûrî gelek caran bi raport û daxuyanîyan bal dikşînin ser rewşa metirsîdar ya jinan li Efrînê.
Endama Rêxistina Kongra Star Hêvî Silêman dibêje ku jibo eşkerekirina kiryarên tundîyê ser jinan li Efrînê, taybetî jî li hindurê zîndanan divê komîteyek ava be.
“Dîsa, gerek e dezgehên navneteweyî derbazî Efrînê bibin û rewşa heyî ji nêzve bişopînin”.
Di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de ku her sal di 10'ê Berfanbarê de tê bîranîn, rewşa gelê Efrînê ji rewşa jinên wê pir ne cuda ye.
Komîteya Lêkolînê ya Taybet ya derheqa Sûrîyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî komên çekdar bi encamdana tawanên şer li Efrînê sûcdar kiribû û berpirsîya binpêkirina mafê mirovan xistibû sitûyê Tirkîyê jî.
Your browser doesn’t support HTML5