Nasnameya 11 Jinên Efrînê yên li Zîndana Çekdaran Eşkere Bû

Velantîna Arsilan Mustefa

Tora nûçeyan ya Afrin Post, ku ji nêzve rewşa hindurê Efrînê dişopîne, ragihand ku wê navê 11 jinên Kurd yên berî demekê kurt li zîndana koma çekdar ya bi navê Fîrqet Elhemzat girtîbûn, belge kirine.

Afrin Post dîyar kir ku ew jin rastî tundî û êşkenceyê hatibûn û di demên cuda de hatibûn revandin û malbatên wan ser çarenivîsa wan ti agahî nedizanîbûn.

Di encama pevçûneke di navbera çekdaran bi xwe de, wan êrîşî navenda Elhemzat kiribûn û zîndana jinên revandî dîtbûn.

Herwiha di perçeyek vîdyo de ku ji alîyê çekdaran ve li ser medya civakî hatibû belav kirin, her 11 jinên revandî li wê zîndanê xwanê dibûn.

Derbarê nasnameya wan 11 jinan, tora Afrin Post kanîbû xwe bighîne agahîyên zêdetir û navên wan belge bike:

Lonjîn Ebdo û Rojîn Ebdo ku her du xwuşkê hev in, Rûken Menle Mihemed, Roşîn Emûnî, Nazlî Nasan, Nadîya Silêman, Stêrvan Ebdo, Ferîde Hesen, Heyfa Casêm, Velantîna Arsilan Mustefa û Newroz Ehmed Bekir a 17 salî, ku ji gundê Reca yê girêdayî nahîya Mabeta ye û di 2ê Hezîrana borî de hatibû berdan.

Afrin Post herwiha hûrbînîyên bûyera revandina jina bi navê Velantîna Arsilan Mustefa belav kir:

“Hevjînê Velantîna, Husnî Mihemed piştî şer û dema tev malbata xwe vedigerîn Efrînê, li ser rêbenda çekdaran hatiye revendin. Lê piştî demekê, gava Velatîna ji gundê Meydankê yê nahîya Şera, diçû bajarê Efrînê, ew jî ji alîyê komên çekdar ve hatiye revandin.”

Piştî heft mehan ji revandina Velantîna, wê telefonî xwedîyên xwe kir û got ku ew li bajarokê Kefer Nubul ya Îdlibê girtî ye.

Dayika Velantîna di nameyeke vîdyode dîyar kirbû ku piştî wê telefonê, dîsa têkilîya wê bi malabatê re qut bûye û heya niha çarenivîsa qîza wê ne dîyar e.

Lê, piştî dîmenên zîndanê yên hatine belav kirin û şopandina çalakvanan, dîyar dibe ku Velantîna jî di nav de, komeke jin ji alîyê Fîrqet Elhemzat ve hatibûn revandin.

Malbatên jinên revandî, jinên Efrînê û Bakur û Rojhilata Sûrîyê, sazîyên hiqûqî, û rêxistinên Kurdî û Sûrî yên mafê mirovan bi daxuyanîyên cuda bang li Neteweyên Yekbûyî kiribûn ku kiryarên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê yên dijî jinan rawestîne. Wan herwiha ji NY xwest ku çarenivîsa jinên revandî ronî bike.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya lêkolînan ya Neteweyên Yekbûyî di raporteke xwe de dest nîşan kirbû ku pirtir ji 50 komên çekdar yên ser bi Tirkîyê li Efrînê hene û ew bi tawanên şer û dijî mirovahîyê sûcdar in.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_07_07_2020_Nasnameya_Jinên_Efrînê