Çîn Careke Din Piştgirîya Xwe ji Rûsya re Dîyar Dike

Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsya Vladimir Putin (Arşîv)

Serokê Çînê Xi Jinping îro Çarşemê ser telefonê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re piştvanîya ji Rûsya re dubare kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan Xinhua ya Çînê ragihand ku Xi û Putin ser mijarên serwerî û ewlehîyê peyîvîn.

"Divê hemî alî bi berpirsî jibo çareserîyeke rastîn ya krîza Ukrayna bixebitin," Xi ji Putin re got.

Kremlîn di daxuyanîya xwe ya ser axaftina her du serokan ragihand ku Putin nirxandinên xwe yên bingehîn yên rewşa Ukrayna dîyar kirine.

"Serokê Çînê Xi revabûna kiryarên Rûsî yên bi armanca parastina berjewendîyên neteweyî yên bingehîn destnîşan kir. Kiryarên ku Rûsya dijî gefên ewlehîyê ku ji hêla hêzên derve ve têne ava kirin," daxuyanîya fermî ya Moskowê got.

Çîn red dike ku dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna rexne bike yan jî wek dagirkirinê bi nav bike, lê ew NATO û dewletên Rojavayî tawanbar dike ku ew jibo êrîşê Moskowê provakasyonan dikin.

Hefteyeke berî êrîşa Rûsya, Putin û Xi di Sibatê de li Pekînê civî û peymanek îmza kir ku sozê dide ku têkilîyên dualî wê bê sînor be.