Kurdên Cindirêsa Efrînê ji Alîkarîyên Piştî Erdhejê Bêpar In

Nahîya Cîndirêsê

“Piranîya bajêr wêran bûye, gelek xizim û dostên me jîyana xwe ji dest dan, bi sedan xanî û di nav de mala me hilweşîne yan seqet bûne û rûniştin êdî tê de çênabe”, bi van gotinan R. A. rewşa bajarê Cindirêsa Efrînê, anî ziman.

Piştî erdheja 6'ê mehê, zerarên mezin gihaştin bajarê Cindirêsê li herêma Efrînê, loma pêdivîya rûniştivanên wê bi hemû cûreyên alîkariyên mirovî heye.

R. A. (25 sal) ji bajarê Cidirêsê ye, xanîyê malbata wê di erdhejê de seqet bûye û dîwarekî malê herifîye, ew çend rojan derbider bûbûn lê ji neçarî û tevî xeterîyê vegerîyan xanîyê xwe.

R. A dîyar kir ku: “Pêdivîya herî zêde bi çadiran heye, ku malbat tê de bicîh bibin, herwiha betanî, doşek û şîrê zarokan gerek in".

"Li taxa me koma çekdar ya bi navê (El-EMşat) dest danî ser çi alîkarîya ku dihat, ji bilî însiyatîvên Kurdên derve ku pere ji hin malbatên mexdûr re şandine, tu alîkarî negihaştiye gelek Kurdên Cindirêsê".

Piştî 8 rojan ji erdhejê tenê 3 karwanên alîkarîyê derbaz Efrînê bûne, çalakvan dîyar dikin ku mexdûrên Kurd ji van alîkariyan bêpar in çimkî komên çekdar dest datînin ser wan.

Çalakvanekî ku jiber sedemên ewlehîyê nexwest navê xwe eşkere bibe, got ku: “Komên çekdar alîkarîyên derbaz Efrînê dibin ji xwe re didizin û di embaran de vedişêrin, yan jî bi nijadperestî belav dikin, didin Erebên ji derveyî Efrînê û tu par naghêje Kurdên zerarmend bûne”.

Roja Înê anku piştî 4 rojan ji erdhejê, yekem karwanên alîkarîyê derbaz Efrînê bûbû, ku 14 barhilgirên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî ji herêma Kurdistanê - Îraq bi ser Tirkîyê ve çûbû Cindirêsê, lê rûniştvanên Kurd ji zerarmendên erdhejê dibêjin ku wan tiştek ji vê alîkarîyê wernegirtiye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê (vdc-nsy) ragihand ku komên çekdar hezar dolar weke bac li ser her barhilgireke karwanê sepandîye daku rê bidinê ji Tirkêyê derbaz Sûrîyê bibe.

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), Erebistana Siûdî roja Yekşemê karwaneke alîkarîyê di derîyê Hemamê yê sînorî re derbazî Cindirêsê kiribû, lê nehate zanîn ku ev karwan li kuderê û li kê hate belav kirin.

Roja Sêşemê jî karwana alîkarîyan ya duduyê ji alîyê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî ve ketibû Efrînê û berê xwe dabû navenda Meclîsa Xwecihî ya Cindirêsê, lê li wê derê hate talan kirin.

Dîmenên di tevna civakî de hatin belav kirin, xuya kirin ku malbatên Ereb yên komên çekdar, herwiha rûniştvanên kampên nêzî Îdlibê êrîşî barhilgirên karwanê kirine û keresteyên tê de dizîne.

Di nava vê rewşê de malbatên Kurd yên mexdûr li hundir Cindirêsê bang dikin ku, alîkarî û hawarçûn bi dadmendî were belav kirin û alîyên bexşîner bixwe çavdêrîyê bikin.

R. A. ku ligel hin xwepexşan di berhevkirina alîkarîyê de dixebite wiha got: “Rêya herî ewle jibo alîkarîya zerarmendên Kurd şandina pereyan ji wan re ye, ku kanibin pêdivîyên xwe bikirin, çimkî alîkarîyên şênber tên dizîn û tiştek jê nakeve destê Kurdan”.

Hêjayî gotinê ye ku ji berî erdhejê de dizîn û talankirin herwiha destdanîna ser mal û arzîyên rûniştvanên Kurd li Efrînê bi berdewamî tê kirin.

Sazîyên mafên mirov yên navdewletî weke Amnesty û HRW herwiha yên Sûrî weke SOHR û STJ di raportên xwe de komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve bi binpêkirina mafên niştecihbûnê, zevîyan û mulkîyetê (Housing, Land and Property - HLP) tawanbar kirine.