Li Wanê, Ser Sinorê Îranê Jineke Afgan ji Sermayê Canê Xwe ji Dest Da

Li bajarokê Qelqelîya Wanê li ser sînorê di navbera Tirkîyê û Îranê de jineke Afgan ji sermayê jîyana xwe ji dest da û destên her du zarokên wê jî jiber sarmeya dijwar şewîtin.

Li gor ajansa Jinnewsê, dema dayika Afgan bi zarokên xwe re dixwest ji Îranê derbazî bajarê Wanê bibe, rastî şert û mercên dijwar yên zivistanê hat.

Dayika penaber berîya ku jîyana xwe ji dest bide her du goreyên xwe ji lingên xwe derxistine û xistine destên zarokên xwe ku zarokên xwe ji sermayê biparêze.

Li gor heman jêderê her du zarok xwe gîhandine gundekî bajêrokê Qelqelîyê û alîkarî ji rûniştvanan xwastiye. Bi hewildanên gundîyan termê dayikê hate dîtin ku tûreke naylon xistibûn lingên xwe.

Piştî bûyerê hejmareke hesabên medya civakî wêneyên dayik û zarokên Afgan parve kirin û xemgînîyên xwe anîn ziman. Li ser vê yêkê walîtîya Wanê daxuyanîyek belavkir û da zanîn ku agahîya hêzên wan bi vê bûyerê tunebû.

“Bi kûrbûna lêkolînan re hat zanîn ku ev bûyera xemgîn ne li Tirkîyê, li gundê bi navê Belasur li alîyê Îranê ye pêk hatiyê û ew kesên ku tên behs kirin (zarokên birîndar) ji alîyên gundîyan ve radestî leşkerên Îranê hatine kirin.” Walîtîya Wanê got.

Serokê şaxê Komela Mafên Mirovan (IHD) yê Wanê Mehmet Karataş dibêje ku dema wan ev wêneyê dayîka penaber dît pir xemgîn bûne. Karataş ew bûeyer wek şermeke pir mezin ya mirovahîyê bi nav k.

“Mixabin her sal ser sînorê Wanê û Îranê bûyerên bi vî şeklî pêk tên û çî çareserî jî pek naye.”

Li gor daneyên wezareta karê navxweyî ya Tirkîyê di nava sala 2021’an de 67 hezar û 815 penaberên Afgan hatine desteser kirine. Karataş dîyar dike ku pêlên penaberên Afgan bi taybet pîştî Afganîstan kete bin konturala Talîbanê pêk hatîye û mafên wan yên jîyanê di her asta koçberîyê de hatine binpê kirin.

“Dema ku penaber tên ser sînorê Tirkîyê û an jî derbazî sînorê Ewropayê dibin, mafê wan yên herî bingehî yê jîyanê tê binpê kirin. Hemî rêyên penaberan tên asteg kirin û ew jî neçar dimînin ku bi rêyên qaçax re xwe bigihînin cîhên ewleh. Di mehên havînê de penaber di rûdanên trafîkê de û di mehên zivistanê de jî ji sermayê û êrîşên guran jîyana xwe ji dest didin.”

Hêjayî gotinê ye ku berya mehekê jî li ser sînorê di navbera Wan û Îranê de penaberan di encama êrîşa guran canê xwe ji dest dabû.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_01_03_21_Mirina Dayika Afgan