Penabera Afganî li Wanê Dibêje Jin bi Gotinên Talîbanê Bawer Nakin

Jina Afganî Şakiba Sedat 26 salî ye û ji bajarê Mezarî Şerîf ya Afganistanê ye.

Ew jiber Talîbanê derbider bûye û bi rêyên qaçax re di 35 rojan de hatiye bajarê Wanê.

Sedat ku zarokên wê tunene, bi hevjîn û 5 endamên malbata xwe re hatiye û heya niha 6 hezar dolar daye qaçaxçîyan.

Rêwîtîya wan ji Mezarî Şerîf destpê kiriye û ew li ser Pakistan û Îranê re giheştine Wanê.

“Em ji ber şerê Talîban ji welatê xwe revîn. Ev 35 roj in em bi rêyên qaçax re tehnî û birçî, hin cara peyatî û hin caran jî em li maşîneyan siwar dibûn. Rêwingîyek pir zehmetbû em niha hewil didin biçin Stenbolê.”

Talîban, piştî serketina xwe ya li paytexta Afgnistanê dîyar kiribû ku ew bi welatên din re peywendîyên aştîyane dixwazin û ewê di çarçoveya şerîeta îslamî de rêzê li mafên jinan bigirin.

Lê penabera bi navê Şakiba Sedat got ku ew van gotinên Talîban bawer nake, jiber ku Talîbanê tim hember jinan tundî bi kar anîyê.

“Heya niha Talîban tim li hember jinan tiştên xirab kirine. Jiber vê ez pir ji Talîban ditirsim. Talîbanê li bajarê me keçên ciwan revandin û dibirne Pakistanê firotin. Her endamek Talîban dikarî li gel 5 jinan bizewice. Di vê rewşê de çima ez nerevim û ez ji gotinên Talîban bawer nakim.”

Hêjayî gotinê ye ku piştî Talîbanê piranîya Afganistanê wergirte bin konturola xwe, hikûmeta Tirkîyê jî li ser sînorê Îranê li hember pêlên penaberan tedbîrên ewlehîyê zêdir kiriye.

Sînorê di navbera bajarê Wan û Îranê de 295 kîlometre ye û ewlehîya wê bi çavderîyên leşkerîyê, kamera, tel, xendek û hin cîhan jî bi dîwar tê parastin.

Li gor Walîtîya Wanê ji serê salê heya niha nêzî 35 hezar penaber hatine desteser kirin û 117 qaçaxçî jî hatine zîndan kirin.

Lê, tê taxmîn kirin ku tevî van tedbîran bi hezaran penaberên Afgan ji sînor debazî nava Tirkîyê bûne.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_20_08_21_Penabera Afganî_Talîban