IHRNGO: Di Xwepêşandanên “Jin, Jîyan, Azadî”de 1400+ Kes Hatine Darve Kirin

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHRNGO) îro Duşemê ragihand ku di du salên piştî kuştina Jîna (Mehsa) Emînî ya ji alîyê dewletê ve, ku bûbû sedema xwepêşandanên giştî yên “Jin, Jîyan, Azadî” herî kêm 1425 kes li Îranê hatine sêdare kirin.

IHRNGO da zanîn ku ev hejmara darvekirinan li gor du salên berîya xwepêşandanan, hema hema du qat zêdetir e.

"Hejmara darvekirinên girêdayî madeyên hişbir du sal berê ji 302 bû û du salên piştî protestoyan de % 163 zêde bûye û giheştîye 796 kesan.

Berpirsê IHRNGO Mahmud Amîrî-Mogheddam got ku cezayê darvekirinê amûra herî girîng ya Komara Îslamî ye ku jibo eciqandin û pêşgirtina xwepêşandanan tirsa civakî çêke.

“Kesên ku bi îdiayên tawanên têkildarî madeyên hişbir tên mehkûm kirin, bi biryarên Dadgehên Şoreşê yên Komara Îslamîm bê darizandineke rewa tên sêdare kirin. Em bang li civaka navnetewî û Mîsyona Lêkolîna Rastîyan ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku vekolîna karanîna cezayê îdamê ya di çarçoveya lêpirsîna sûcên di dema eciqandina xwepêşanderên 'Jin, Jîyan, Azadî' de bikin."

IHRNGO dide zanîn ku di du salên piştî xwepêşandanên giştî yên “Jin, Jîyan, Azadî” de hejmara darvekirinan li gor du salên pêştir % 75 zêde bûye û ji 815 sêdarekirinan giheştîye 1425 darvekirinan.

“Di salvegera duyê ya kuştina Jîna Emînî ya bi destê polîsên exlaqê, ku bû sebeba xwepêşandanên “Jin, Jîyan, Azadî” yên li seranserî Îranê de herî kêm 551 xwepêşander ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin ku di nav wan de 68 zarok û 49 jin jî hebûn.”

IHRNGO bal kişand ku piranîya wan 551 xwepêşanderan bi çek û copan hatin kuştin.