Ber bi 3'ê Gulanê Roja Azadîya Ragihandinê, carek din rexistinên maf û rojnamevanîyê bal dikşînin ser rewşa rojnemavanên li Tirkîyê.
Di raporta Rexistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ya “Îndeksa Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê ya 2020'an de, Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de, di nav 180 welatan de, di rêza 154’an de ye.
Raport destnîşan dike ku Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin ya cîhanê ye û li gor Sendîkaya Rojnemavanên Tirkîyê (TGS) niha 84 rojnamevan girtî ne.
Rojnamevan Berîtan Canozer ya li Amedê, rojnemavanîya li Tirkîye ya 2019'an ji çavê rojnamevaneke Kurd û jin nirxand.
“Mîna her sal îsal jî bi zordarî û astengîyan derbaz bû. Erîşên dewletê li ser rojnamegeran her tim heye û em hest dikin. Wekî rojnamegerên Kurd ên ku li bajarên Kurdan dixebitin, em zêdetir rastî vê tên.”
Canozer bi bîr dixe ku îsal gelek hevalên wan hatine binçav kirin û girtin. “Ez jî yek ji wan kesan im. Niha li dervayê zindanê me, lê dozên hember min didomin. Her roj tiştekî nû derdixin ber min.”
Canozer bal dikşîne ku givaştinên ser rojnamevanên Kurd hîn dijwartir in.
“Dema rojnamevaneke Kurd bî, êrîş û astengî dû qat zêde dibin. Ew rastî li her derê derdikeve pêş me, lê dîsa jî em van astengîyan nas nikin. Li her derê, li her qadê em xebatên xwe dimeşînin, em dev ji rastîyê bernadin.”
Your browser doesn’t support HTML5