Jibo Hişyarkirina bi Şîrmijandina Xwezayî Kempeynek li Kamp Şehba Tê Kirin

Kempeyna Şîrmijandina Xwezayî li Şehba

Bi helkefta Hefteya Cîhanî ya Şîrmijandina Xwezayî, Desteya Karûbarên Civakî bi hevkarîya Desteya Tenduristîyê yên Rêvebirîya Xweser, kempeyneke hişyarîyê li penageha Şehba jibo jinên Efrînî yên derbider, pêk tîne.

Kempeyn di bin diruşmeya (jiber ku tu jîyan î), bi rê ve diçe, tê de broşûrên hişyarîyê li dayîkan tên belav kirin herwiha semîner li ser vê mijarê tên dayîn.
Rêvebira Komîteya Lênirîna Civakî Hêvîn Şamîyo li ser vê kempeynê dîyar dike ku ew dixwazin hin hizrên şaş derbarê şîrmijandinê de sererast bikin.

“Zanyarî jibo dayîkan tên dayîn, bi taybet dayîkên nû yan biçûk, di kempeynê de behsa sûda şîrmijandina xwezayî tê kirin, çawa şîrê dayîkê tendirustîya zarokan û bergirîya wan xurt dike, herwiha li ser zerarên şîrê çêkirî tê rawestan”, Şamîyo dibêje.

Pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî ji 2018an de li penageha Şehba dimînin.
Pisporên saxlemîyê balê dikşînin ku rewşa derbiderîyê ya dijwar bandorê li ser şîrmijandina xwezayî dike.

Bêrîvan Husên

Bêrîvan Husên rêvebira Desteya Tendirustî dîyar dike ku armanca kempeyna wan parvekirina agahîyên tendirustî ye bi dayîkan re, “Şîrê çêkirî tê dibe sedema nexweşîyên curbicur li cem zarokên şîrmij, çimkî bergirîya wan lawaz dimîne, di mezinbûna wan de jî pirsgirêk derdikevin”.

Husên herwiha dibêje ku dûrketina ji şîrmijandina xwezayî bandorê li daykan jî dike û vê hişyarîyê dide, “Şîrmijandin ne xwezayî be dayîk jî nexweş dibin, penceşêra pêsîrê çêdibe, herwiha şîrmijandina xwezayî girêdana derûnî di navbera zarok û dayîkê de xurt dike”.

Tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî rojên ji 1 ta 7'ê Tebaxê weke Hefteya Cîhanî ya Şîrmijandina Xwezayî dest nîşan kiriye, tê de balê dikşîne ser girîngîya şîrmijandina xwezayî jibo dayîk û zarokan.

Your browser doesn’t support HTML5

Rapora Efrînê_Kempeyna Şîrmijandina Xwezayî