Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Du Jinên Êzidî û Zarokek Hatin Rizgar Kirin

jinên êzidî yên ji Şengalê yên rastî hovîtiya DAIŞê hatine

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di nava Hêzên Sûriya Demokratêk (HSD)ê de li bakur û rojhilatê sûriyê cih digrin îro Pêncşemê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku hêzên wan şiyan 2 jinên êzidî û zarokek din yên ku di dest daişê de bûn rizagr bikin.

YPJ di daxuyaniya xwe de dibêje "Careke din Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ soza xwe pêk anî û di 10’mîn salvegera Şengalê de zarokek û du jinên Êzîdî rizgarkirin."

Daxuyaniya YPJê dibêje jina Êzidî Ezîze Xalid Elî ya 25 salî û Tawaf Dawûd Çeto ya 24 salî herdû di sala 2014’an de li Şengalê ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin. Ezîza ya ku ji gundê Koço ye li Kampa Holê hate rizgarkirin û Tawaf jî li ser sînorê Sûriye-Iraqê dema hewlda xwe xilas bike ji aliyê yekîneyên me ve hate girtin û piştî lêpirsîna pêwîst hate zanîn ku Êzîdî ye û ji gundê Til Izêr yê Şengalê ye.

Her wiha zaroka Êzîdî ya bi navê Xûnav ku dema hatî revandin temenê wê 2 mehî bû û li cem Ezîza mezin bû, bi herdû jinên Êzîdî re hate rizgarkirin.

Azadkirina du jin û zarokek Êzidî ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ê ve, li bakur û rojhiulatê sûriyê


Daxuyanî dibêje "Berpirsa mekteba têkiliyên YPJ’ê Lena Hisên û Berdevka YPJ a ragihandinê Ruken Cemal herdû jinên Êzîdî pêşwazî kirin û rizgarkirina wan li tevahî jinan pîroz kirin."

Di daxuyan' de hat gotin ku "Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal jî rizgarkirina zaroka Êzîdî û herdû jinan pîroz kir û da zanîn ku di salvegera komkujiya Şengalê de xilaskirina jinên Êzîdî ji bo me serfirazî û tolhildana herî mezin ji DAÎŞ’ê ye."