Piştî erdheja werankar ya Wanê ya 2011'an jibo jinên ku hevjînên wan miribûn, avahî hatinbûn çêkirin. Lê, jiber pirsgirêkên binesazî û aborîya xirab maxdurên erdhejê di bin şertên xirab de dîjîn.
Piştî erdheja werankar, ku bûbû sedema mirina 644 kesan, jibo jinên ku bî mane, bi piştgirîya dewleta Kuveytê 64 avahî hatibûn çêkiribûn.
Ew avahî ji Artemîtê 9 û ji navenda Wanê jî 20 kîlometre dûr in û maxdurên erdhejê dibêjin ku ew di heman demê de ji hizmetên bajarvanîyê jî bê par in.
Li nêzî wan dibistan û dikan jî tunene û rawestgeha herî nêzîk ya mînîbûsê ji wan 400 metro dûr e.
Dayika 2 zarokan Hedîye Kara dibêje ku avahîyên wan serê çîya hatiye çêkirin û carna jiber metirsîya gur û kûçikan nikarîn derkevin derve.
"Em ji navendê gelek dûr in, avahîyên me li serê çîyê hatine çêkirin û mînîbûs jî heya ber derê avahîyên me nayê. Em ji tirsa zû deriyê mala xwe kilît dikin. Daxwaza me ew e ku em jî mîna însanan bijîn."
Aslîxan Kahraman ku dayîka 6 zarokan e, dibêje ku pirsgirêka wan ya herî mezin, gerimkirina malan nehatiye çareser kirin. Ew dibêje ku tevî derbazbûna 9 salan hin jî gaz ji xanîyê wan re nehatiye girêdan.
"Em di nava cilan de ne û me hin jî di nava avahîyê xwe de germahî ne ditîye. Wek alîkarî bo me hin komir şandine, lê di nava wê de jî pir kevir hene û agir pê nakeve. Zarokên me jiber sermayê nexweş ketine."
Hêjayî gotinê ye ku li wan avahîyan 40 malbat dîjîn û ew bi alîkarîya dewletê dabara xwe pêk tînin.
Lê, Kara dibêjin ku ew pere têra xarina wan jî nake û Jiber pirsgirêka hatin û çûyînê ew bi serê xwe nikarîn li navendê karekî jî bikin.
Kahraman dide zanîn ku çî sazî û dezgehên dewletê bo çareserîya van kêmahîyan, bi wan re eleqedar nabin. Li ser vê rewşe me bi rêya maîlê ji Qeymeqamîya Artemîtê (Edremît) îdiayên derheqê rêvebirîya wan de pirsî. Reads heya ku ev raport dihat amadekirin, ji alîyê wan ve çî bersiv nehatibû dayîn.
Your browser doesn’t support HTML5