Komela Lêkolîn û Ragihandinê Uçan Supurge li Tirkîye jibo bihêzkirina jinan xebatan bi rêve dibe. Komalêye vê carê jibo keçên Sûrîyeyî atolyeyan çêkir.
Komala Lêkolîn û Ragihandinê Uçan Supurge bi piştgirîya beşa jinan ya Neteweyên Yekbûyîev atolye hatin organîze kirin.
Armanc ew bû ku keçên Sûrî di temenek biçûk de neyên zewicandin û perwerdehîya xwe bidomînin.
Piştî atolyeya li Mersînê ku bi beşdarbûna 47 dayîkên Sûrî, 19 zarokên Sûrî, 20 mamosteyên Surî û 20 mamosteyên Tirkîye re raporek hat amadekirin.
Li gorî raporê; Keçên Sûrî di bin navê parastina namûsê de di temeneke biçûk de bi xizm û nasên xwe re têne zewicandin.
Dîsa di raporê de hat gotin, "Xîzanî dibe sedema zewaca zû. Xizanî yek ji astengîyên herî mezin a li pêşîya domandina perwerdeyê ye.’’
Di raporê de dê û bavên Sûrî diyar kirin ku perwerdehîya bi zimanê tirkî kêm dimîne. Jiber vê yekê jî zarokên wan rastî cudakarîyê têne.
Di raporê de dîsa tê dîyar kirin ku zarokên Surî ji alîyê mamosteyên xwe ve rastî cûdakarîyê têne
Li alîyeke din ve jî, li gorî beşdaran, destdirêjîya dijî jinên Sûrî ji hêla polîs ve bi awayekî ciddî nayête girtin.
Seroka Komala Uçan Supurge Bîlge Taş nirxandina vê raporê ji Dengê Amerîka re kir. Taş dîyar dike ku li Tirkîyê zextên li ser jin û keçên Sûrîyeyî zêdetir in.
‘’Li Tirkîye tundîtujîya dijî jinan û keçan di asteke bilind deye. Em her roj rastî zext, tundîya psîkolojîk, lêdan, kuştin, destdirêjîya zayendî têne. Em her roj van bûyeran dijîn û nûçeyan dixwînin. Jixwe qerneya mafên jinan û keçan zêdehî ve xirab e. Li hember vê jî penaberên ji şerê Sûrîyê revîyan û hatine Tirkîyê hene. Em dibînin ku keç û jinên Sûrî pir zêdetir rastî cudakarîyê têne.’’ Wê got. Herwiha Taş balkişand ser girîngîya xwendina keçan û wiha got, "Xwendina kêçan jibo azadîya wan û pêşketina welatên pir girîng e. Jiyana keçên nexwendî ji jîyana koleyan ne cudatir e. Mînak malbatên Sûrî didin nîşan ku malbatên Tirk jibo zewacê têne keçê wan ê temeneke biçûk de dixwazin. Dîsa haya malbatan nîne ku li gor qanûnan heta temenê keçan negihêje 18’an nikare bizewice."
Your browser doesn’t support HTML5