Emîna Mihemed, ya 24 salî, bi kesekî re ku ji dervayî Sûrîyê bû hevjînî pêkanî, piştî salekê ji êşkenceya derûnî û lêdanê, wê xwe gihand Qamişlo û karîbû xwe bide berdan.
Tevî cudabûna ji hevjînê xwe û 'berdanê' jî, Emîna rojane rastî gefa kuştinê ji alîyê hevjînê wê yê berê tê.
"Heroj lêdan, heroj ji malê der dikirim" Amîna got.
Emîna yek ji 254 jinên li herêmên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ye ku di 6 mehên pêşî yên sala 2023'an binpêkirin li hember wan hatine tomarkirin.
Li gor daneyên kordînatora jinan di nav Rêvebirîya Xweser de, di şeş mehên pêşî yên sala 2023an de tawan û sûcên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin, bi vî rengî ne:
25 bûyerên kuştina jinan.
19 bûyerên xwekuştinê.
23 hewldanên xwekuştinê.
25 destdirêjî.
9 bûyerên destavêtinê.
18 zewicandina zarokan.
104 bûyerên pirbûna jinan.
13 fihûş.
5 xiyaneta zayendî.
12 bikaranîn narkotîkê.
1 zewca bi darê zorê
Di daxuyanîyeke taybet de ji bo Dengê Amerîka, Edalet Omer, Kordînatora Desteya Jinan ya Rêvebirîya Xweser, got ku binpêkirinên li hember jinan li herêmên Rêveberîya Xweser tevî hemû rêgirî û zagonan lê hîn jî didpmin.
"Bi rêya çalakî, zagon û rêgirîyan dixwazin asta binpêkirinan kêm bikin" Adalet Omer got
Çalakvanên jin li herêmên Rêvebirîya Xweser li Sûrîyê dibêjin ku rewşa rastîyê ji daneyên ragihandî bilindtir e.
Çavlakvana mafên jinan Agirîn Elî dibêje ku li navçeyên dûrî navendên bajarên serekî û mezin weke navçeya başûrî Hesekê, navçeya Dêrazorê û her wekî van deveran binpêkirinên dijî jinan nayên tomarkirin.
"binpêkirinên li hember mafê jinê de li herêmên başûrî Hesekê û Dêrazorê tên kirin veşartî dimîn in, nayên tomarkirin." Agrîn Elî got.
Saziyên Rêvebirîya Xweser dibêjin, ew hewlên xwe zêde dikin da ku asta van binpêkirinan kêm bibe.
Your browser doesn’t support HTML5