IHD: Sê Jinên Kurd li Zîndana Patnosê Hatin Êşkencekirin

Zîndana Patnosê ya Bajarokê Agirîyê

Şaxê Komela Mafê Mirovan (IHD) ya Agirîyê ragihand ku li Zîndana Patnosê 3 girtîyên jin rastî êşkencê hatine û tevî gilîyên hin jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin.

Parêzerê hersê jinan Vedat Tunca ku bi rûbirû li gel girtîyan hevdîtin kiribû, bo Dengê Amerîka got ku nobedaran bi hinceta gilîkirina xwarinê êrîşî jinan kirine.

“Girtîyên bi navên Hêlîn Ozdemîr, Rûmeysa Bozkurt û Hayrîye Goksu di nava mezelekê de dimînin. Dema xwarin jibo wan tê di nav de zibilê çûkan der dikeve.

Li ser vê yêkê wan gazî gardîyana kirin û nîşanî wan dan. Gardîyanan jî wêneyên xarînê kişandin û ji hersê girtîyan re gotin ku bi daxwaznameyekê vê rewşê gilî bikin. Wan jî gilî kir. Piştî çend rojan din, di 18 meha Berfanbarê (Çilêya Pêşîn) de nezî 40 nobedaran ser mezela jinan de girtin û gotin ku hûn bi zanebûn navê sazîyê reş dikin û we bi xwe zibilê çûkan kiriye nava xarinê.”

Tunca dibêje ku nobedaran bi îdîaya “reşkirina sazîyê” ji girtiyên jin xwastiye ku ji rêvebirîya sazîyê lêborîn bixwazin û jinan jî gotiye ku ziblê çûkan di nava xwarinê de pijîyaye û ne mûmkin e ku em bikin nava xwarin û daxwaza nobedaran red kirine.

“Li ser vê rewşê di navbera nobedar û girtîyan de nîqaş çêbûye û nêzê 40 nobedaran ku piranîya wan zilam bûn bi kulm û pehnan êrîşî girtîyan kirine.

Tundîya ku li hewşê destpêkirî, di nava mezelê de berdevam kiriye. Piştî demekê ew ji nava mezelê kaş kirine kolîdorê û piştve destê wan bi kelepçeya pilastîk kelepçe kirine û paşê jî heya ber derîyê revîrê kaş kirine. Dema ew tên kaş kirin sola Hayrîye Goksu û Rûmeysa Bozkurtê ji pîyê wan derdikeve. Tevî hemî şahidîya bûyerê doxtorê revîrê rapora tundîyê nade girtîyan.”

Tunca dide zanîn ku hersê jin piştî revîrê xistin hucreyên cûda cûda û li wê derê jî bi taybet dijî Hêlîn Ozdemîrê êşkence berdevam kir. Parêzer Tunca got ku roja ku ew hatin êşkence kirin daku ew agahî nedin malbat û parêzerên xwe mafê wan yê telefonê hat asteng kirin û xet kut kirin.

“Rojek piştî bûyerê agahîya min çêbû û ez çûm serdana wan û min dît ku li ser çokê wan, lingên wan û her derê leşê wan şopên êşkence hene. Rûmeysa Bozkurt berya 10 rojan ket 18 salîyê û min dît ku gewîya wê ji şorî heya jêrî hatiye qelişandin. Rewşa hersê girtîyan jî pir xirabû.”

Parêzer Tunca got ku wî derheqê rêvebirîya zîndanê, nobedarên êrîşkar û doxtorê ku rapora êşkence nadayî de gilî li Serdozgerîya Komarî a Zindanê kiriye û IHD û Baroya Agirîyê agahdar kiriye. Tunca dide zanîn ku li her derê zîndanê kamereyên ewlehîyê hene û ger ku serdozgerî bixwazin dikarin hemî bûyerê bi awek ronî derbixwe.

Şaxa IHD ya Agirîyê bi serlêdana parêzer û malbata girtîyan, çûn Zîndana Tipa L a Patnosê û li gel girtiyên jin hevdîtin pêk anîn. IHD li ser çavdêrî û tespîtên xwe raporek parvekirin û didan zanîn ku li hember hersê jinan êşkence hatiye kirin. Rêvebira IHD ya Agirîyê parêzer Rûken Keskîn Inal got ku li gel êşkenceya fizîkî êşkenceya pîskolojîk jî heye.

“Di dema hevdîtinê de me dît ku rewşa wan ya deronîyê pir xirab bû. Hin jî wan ne dikarîn biaxivin û bêjin ku ev tişt serê me hatiye. Piştî çar rojan em çobûn serdana wan lê hin jî şopên êşkencê li ser leşên wan hebûn.”

Inal dide zanîn ku berya vê bûyerê jî wan gelek çaran derheqê bipêkirinên mafên girtîyan yên li Zîndana Patnosê de rapor parvekiribûn, lê çî guhartin heya niha nebûye. Wê got ku qanûn ji alîyê rêvibirên zîndanê ve tên binpêkirin, lê çî awayî ew nayên ceza kirin. Wê got ku tenê rêyek heye ku ev bûyer bên sekinan din ew jî bi alîkarîya ragiştî mumkûn e. İnalê got ku divê ragiştî li hember van bûyeran dengê xwe derbêxe û bîne ziman.

Li ser tespîtên IHD û îdiayên parêzerê hersê jinan, Dengê Amerîka bi rêya telefonê xwe gihande zîndana patnosê, lê wan bi çi awayî ne bûyer erê kir ne jî red kir.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Tirkiyê 3 Jinên Kurd Hatin Îşkencedan