Mattis Dest bi Serdana Pakistanê Kir

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro giheşt Îslamabad ku ji rêberên Pakistanî bixwaze ku nehêlin mîlananan welatê wan jibo êrîşên li Afganîstana cîran bi kar bînin.

Serokê Amerîka Donald Trump berî pirtir ji 100 rojan stratejîya xwe ya Asya Başûr ragihandibû, lê karbidestên Amerîkî û pispor dibêjin ku di wî warî de zêde serkeftin peyda nebûne û ne zelal e pêşketin çawa pêkan be.

Trump hîngê Pakistan rexne kiribû ku piştgirî dide mîlîtanên Afganî, lê dû re rêvebirîya wî li ser wê mijarê tiştekî berbiçav nekiribû.

Karbidestên Amerîkî bi xemsarîya Pakistanê gelek bêzar bûne ku nawaze dijî rêxistinên wek Talîbana Afganî û tora Haqqanî operasyonanan bike.

Bi bawerîya Amerîka komên wiha axa Pakistanê bi kar tînin ku li hindurê Afganistanê êrîşan bikin.

“Me ji rêberên Pakistanî bihîst ku piştgirî nadin terorîzmê... bendewarîya me ev e ku bo berjewendîya xwe û bo piştgirîya aştî û îstiqrara herêmî gavan bavêjin,” Mattis ji rojnamvana re gotibû.

Mattis ku cara yekê wek wezîrê berevanî serdana Pakistanê dike, gotibû ku armanca wî afirandina bingeheke hevbeş e û hevkarî ye.