Jill Biden: Biden Amade ye Careke Din Bibe Kandîdê Seroktiyê

Xanima yekem ya Amerîka Jill Biden

Xanima yekem ya Amerîka Jill Biden bi zelalî diyar kir ku serok Joe Biden dê ji bo gera duyemîn ya serokatîyê xwe berbijar bike, û di hevpeyvînek taybet de ji Associated Press re got ku "gelek tişt namîne ku bête kirin ji bilî ku dem û cîh bên diyarkirin."

Her çende berî demek dirêj Biden gotibû ku wî libere ku hewil bide dîsa bibe kandîd, lê ta niha wî bi fermî nekiriye, jiber çend kêşeyên derbarê temenê wî û ka ew dê karibe serokatiyê bidomîne. Biden dê di dawiya gera duyemîn de bibe 86 salî.

Xanima yekem li Nairobi, rawestgeha duyemîn û dawî ya gera xwe ya pênc rojan a Afrîkayê got."Çend caran divê ew bêje da ku hûn jê bawer bikin?"

Wê herwiha got, "Ew dibêje ku ew hêj xelasnebûye. Wî ew tiştê ku dest pêkirye bidawî ne anîye û ya girîng ev e.”

Çend demjimêran piştre, di hevpeyvînekê bi ABC News re pirs ji serok Biden bi xwe hat kirin derbarê şîroveyên hevjîna wî. Wî got, "Xwedê jê hez dike. Binêre, mebesta min ew e ku min tiştên din hene divê ez temam bikim berî ku têkevim kampanyayek tam. "

Alîkarên Biden got ku dibe di meha Nîsanê de daxuyaniyek were dayîn, piştî ku yekem çaryeka berhevkirina drav bi dawî bibe, ku li dora wê demê ye ku Serok Barack Obama bi fermî dest bi kampanyaya hilbijartinê ya xwe kiribû.

Xanima yekem ya Amerîka ji mêj ve wekî kesayeteke sereke ya nêzîkî Biden de tê binav kirin dema ku ew siberoja xwe plan dike. Wê bi kenî ve got, "Ji ber ku ez hevjîna wî me."

Dema ku pirs jê hat kirin, gelo wê dengê xwe heye di biryara serokî de, wê got, "Bê guman ew dê guh bide min, ji ber ku em hevjîn in." Lê, wê paşê zêde kir ku, "ew bi xwe biryara xwe dide, ji min bawer bike."

Çavkanî: AP