Îsraîl: Tirkîye bi Desteserkirina Futbolîstê Îsraîlî Wek Baskê Hamasê Tevdigere

Futbolîstê Îsraîlî yê tîma futbolê ys Tirk, Antalyasporê Sagiv Jehezkel jiber kêfxweşîya xwe ya li dû gola xwe ya li lîga Tirkîyê hat desteser kirin.

Jehezkel piştî wergirtina îfadeya wî hat berdan, lê darizandina wî lîstikvanê Îsraîlî wê bidome.

Jehezkel, piştî ku hember Trabzonsporê golek tomar kiribû, nivîsa ser zenda xwe nîşanî kamerayan dabû.

Li ser pêçka sipî ‘’100 roj, 7’ê Cotmehê’’ hatibû nivîsîn û li ber jî sitêrka Dawidî hatibû çêkirin.

Jehezkel di îfadeya xwe de dîyar kir ku wî nexwestiye kesî provoke bike û ew ne alîgirê şer e.

Futbolîstê Îsraîîê got ku wî xwestiye dawî li peyvajoya ya şer ya 100 rojan were û jiber wê wî ew nivîs nîşan daye.

Îsraîlê piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê di heman rojê de dest bi operasyonên li Gaza kiribû.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç ragihand ku Serdozgerîya Komarî ya Antalya ser Sagiv Jehezkel jiber sorkirina jibo kîn û dijmînahîyê dest bi lêpirsînê kiriye.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant ser desteserkirina Shagiv Yehezkel bertek nîşan da.

‘’Nêzîkî saleke berê dema li Tirkîyê erdhej çêbû, dewleta ku demûdest tevgerî, alîkarî şand û gelek hemwelatîyê Tirkîyê rizgar kirin Îsraîl bû. Desteserkirina fubolîstê Îsraîlê Shagiv Jehezkel skandal e, durûtî ye û nankorî ye.’’

Gallant dîyar kir ku Tirkîye bi tevgerên xwe wek baskê Hamasê tevdigere.

Hevdem, rêvebirîya Antalysporê ragihand ku Jehezkel ji tîmê hatiye dûrxistîn û peymana bi wî re jî wê were betal bikin.

Jêder: AFP, NTV