Yek ji berdevkên koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê, General Joseph F. Jarrard di preskonferansa vê heftê ya Pentagonê de da zanîn ku Reqa bi fêdekarî û wêrekîya şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hatiye rizgar kirin.
General Jarrard da zanîn ku HSD hêzeke pir netewî û pir olî ye ji Kurdan, Ereban, Krîstîyanan, Êzîdîyan û Tirkmenan pêk tê û gelek şervan û fermandarên wê jî jin in.
“Ez îro hatim vê derê ku li ser serkeftina HSD’ê li Sûrîyê bipeyîvim ku darbeke mezin li îdeolojîya tundrê ya DAIŞ’ê xist. Ew rêxistina ku serjêkirin, xaçkirin û êşkence kiribû rêbaza xwe û sîvîlên ku dixwest ji zulmê wê birevin, bi gulebarandinl dikuştin. HSD’ê bi piştgirîya xurt ya koalîsyonê darbeke giran li DAIŞ’ê xist û Reqa rizgar kir. Em fêdakarîya şervanên HSD’ê ku rê li ber vê serkeftinê vekir, bi rêz bi bîr tînin.”
Jarrard da zanîn ku di operasyonên giştî yên dijî DAIŞ’ê de 1200 şervanên HSD’ê di çer de jîyana xwe hinda kirine û ji wan 434 di operasyona rizgarkirina Reqa de qewimîne. Dîsa, bi giştî 2500 şervanên HSD’ê birîndar bûne û ji wan 905 şervan di dema opewrasyona Reqa de pêk hatine.
Jarrard bal kişand ku tevî ku Reqa aniha bo vegera rûniştvanên wê ne ewle be jî, ew bajar dê ji alîyê Sûrîyan ve were rêvebirin.
“Em dibînin ku Meclîsa Sîvîl ya Reqa, bi hevkarîya serokên eşîran karekî baş dimeşîne ku pêdivîyên gelê bêne peyda kirin û bajar ji mayin û bombeyên veşartî bêne paqij kirin. Em jî bi berdewamî piştgirîya HSD’ê û Meclîsa Sîvîl ya reqa bikin.”