Salvegera Sêyem A Êrîşên Ser Avahiya Kongrêsa Amerîkayê

Îro Şemiyê sê sal derbas dibin bi ser êrîşa 6ê Çileya 2021an re li avahiya Kongrêsê, û Donald Trump, serokê berê û kandîdê Komarî yê sereke yê hilbijartinên sala 2024, hîn jî red dike ku jidestdana hilbijartinan li bermaber serok Joe Biden di sala 2020an de qebûl bike.

Wî pêşniyar kir ku ew ê hin ji wan kesên ku bi tawanên tundûtûjî hatine tawanbarkirin efû bike û wan wek welatparêz dide nasîn.

Serok Joe Biden di gotarekê de li Pennsylvaniyayê roja Înê Trump wek metirsiyekê li ser demokrasiya Amerîkî binav kir. Biden bi taybetî behsa axaftina Trump a berî êrîşa li ser Kongrêsê kir.

Rayedar hîn jî kar dikin ku bêtirî 80 kesên ku ji ber kiryarên tundûtûjiyê têne xwestin nas bikin û bizanin ka kê rojekê berî êrîşa Kongrêsê bombeyên lûleyî li derveyî ofîsên komîteyên Komarî û Demokrat danîbûn.

Ew girtinên nû berdewam dikin, di demekê de ku hin tawanbarên 6ê Çile piştî bidawîbûna cezayên wan, ji girtîgehê têne berdan.

Wezîrê Dadê Merrick Garland roja Înê got, "Wezareta Dadê dê hemî tawanbarên 6ê Çileyê li her astê li gorî qanûnê mihasebe bike, çi ew di wê rojê de amade bûn an jî bi awayekî din ji êrîşa li ser demokrasiya me berpirsiyar in."

Zêdetirî 1,230 kes bi tawanên federalî di êrîşê de hatine tawanbarkirin, ji tawanên biçûk ên mîna destdirêjiyê li ser milkên kesên din bigire heta tawanên mîna destdirêjiya li efserên polîs û komploya êrîşê. Nêzîkî 730 kes li tawanên xwe mikur hatine, li gorî daneyên ajansa Associated Press.

Ji nav hemî tawanan tenê du kes bêguhen hatine dîtin.

Nêzîkî 750 kes hatine cezakirin, ku hema hema du ji sêyan hinek dem li zindanê derbas kirine.

Cezayên zindankirinê ji çend rojan heta 22 salan hene.

Enrique Tarrio, serokê berê yê Proud Boys ku ji ber komploya êrîşê hate cezakirin cezayê herî dirêj xwariye. Dozgeran kiryarên wî wekî planekê ji bo rawestandina veguheztina desthilatê ji Trump ê komarî bo Joe Biden ê Demokrat, binav kir.

Çavkanî: AP, Reuters