Li Qamişlo Jahrkirina Xwendekaran li Îranê Hate Şermezar Kirin

Komîteya Şilêr a şopandina rewşa zarokan li bakur û rojhilatê Sûriyê îro Sêşemê bi daxuyaniyekê jahrkirina xwendekarên dibistanan li Îranê şermezar kir.

Di daxuyaniya komîteya Şilêr de, hat gotin ku pêwîst e kiryarên rêjîma Îranê dijî jinan werin rawestandin.

Li aliyekî din, rêvebira komîteya Şilêr, Cûlya Xelo, ji Dengê Amerîka re diyar kir ku li gorî şopandina wan heta niha 700 xwendekarên jin ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine jahrîkirin.

Xelo bang li rêxistinên navnetewî kir ku binpêkirinên rêjîma Îranê rawestînin.

Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihandibû ku di nava mehên borî de, li xwendingehên curbicur bi sedan xwendekarên keç bûne armanca êrîşên jahrîn.

Rêxistinên mafên jin û zarokan rejîma Îranê bi jahrîkirina xwendekaran tawanbar dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_3_7_2023_Scoolgirls_Protest