HRW: Îsraîl Sivîlên Gazayê Birçî Dihêle

Zaroekê Filistînî li Cebeliya (Jabalia) li bakurê Kerta Gazyê.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hikûmeta Îsraîl wek beşeke şerê li Gaza sîvîlên li wir birçî dihêle.

HRW, ku navenda wê li New Yorkê ye, dîyar kir ku Îsraîl birçîhiştinê wek rêbazeke şer bi kar tîne û ev yek tawana şer e.

"Îsraîl bi zanebûn rê li ber belavkirina av, xwarin û sotemeniyê digire, alîkarîyên mirovahî bi zanebûn asteng dike û qadên çandinîyê tarûmar dike."

Wê rêxistinê dîyar kir ku kiryarên Îsraîllê jîyana sîvîlan asteng dike.

Hikûmeta Îsraîlê tawanbarkirina HRW’ê demûdest red kir û dîyar kir ku ew rêxistin dijî Cihûyan û Îsraîlêyan tevdigere.

Ji alîyê din ve, Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dîyar kir ji roja Yekşemê vir ve di êrîşên Îsraîlê de bi kêmî ve 110 kes hatin kuştin.

Wezaretê ragihand ku Îsraîlê li bakurê Gaza êrîşê biriye ser kampa penaberan ya Cebelîyê û li wir jî 50 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka û hin welatên din Hamasê weke komeke terorîst dibînin, şer li Gazayê gûr bû, piştî êrîşên milîtanên Hamasê yên 7'ê Cotmehê ser Îsraîl, ku li gorî rayedarên Îsraîlê 1200 kes ku piraniya wan sivîl û di nav wan de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin û nêzî 240 kes jî hatbûn revandin, Amerîka û hin welatên din Hamasê weke tevgereke terorîst binav dikin.

Îsraîl soz da ku "Hamasê tune bike" û êrîşên esmanî yên tund li ser Gazayê pêk anîn, ligel operasyonên leşkerî yên bejayî yên ku di 27'ê Cotmehê de dest pê kiribûn, li gorî rayedarên tenduristiyê yên Gazayê, heta niha nêzîkî 19,000 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, hatine kuştin. û 10 hezaran kes birîndar bûne.