Partîya Baş Dibêje Ew bi Ti Awayî Naxwaze bi CHP'ê re Hevkarîyê Bike

Berdevkê Îyî Partî (Partîya Baş) Kurşad Zorlu got ku ewê jibo bajarvanîya Enqerê bi Partîya Gel ya Komarî (CHP) re hevkarîyê nekin.

Zorlu got ku biryara partîya wan zelal e û ewê bi berbijarên xwe têkevin hilbijartinên herêmî yên 2024’an.

“Em naxwazin ser vê mijarê nîqaşan bikin. Biryara me ya ser hilbijartinên herêmî jibo hemî bajar û bajarokan e, jibo hemî endamên me ye.”

Wî dîyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re wê bi çêtirî were dîtin ku biryara Partîya Baş çiqas rast e.

Partîya Baş di rojên borî de pêşnîyara CHP’ê ya jibo hevkarîya li hilbijartinên herêmî red kiribû.

Wê partîyê ser pêşnîyara CHP’ê dengdaneke veşartî li dar xistibû ku di dengdanê ser qebûlkirina pêşnîyarê 14, ser redkirina wê 35 deng derketibûn.

CHP dikare jibo hevkarîya li hilbijartinan bi Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM) re danûstandinê bike.

DEM jî dîyar dike ku ewê li hemî bajar û bajarokên Tirkîyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinan.

Partîyên muxalefetê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de hevkarî li bajarên mezin yên mîna Enqere, Stenbol û Îzmîrê hevkarî kiribûn û bi ser ketibûn.

Jêder: NTV