Îtalya Dê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Bike

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku ewê tedbîrên dijî vîrusa korona ji 4’ê Gulanê pê ve qonax bi qonax sist bikin.

Li gor daxuyanîya Conte kompanîyên bazirganîyê ji 4’ê Gulanê pê ve, muze, pêşangeh û kitêbxane ji 18’ê Gulanê pê ve û restoran, bar û kafe jî dê ji 1’ê Hezîranê pê ve vebin.

Conte da zanîn ku jiber ku li dibistanan rîska belavkirina vîrusa korona zêde ye ew dê girtî bimînin û di Îlonê de vebin.

Hikûmeta Îtalya bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire di 10’ê Adarê de dest bi sînordarkirinan kiribû.

Vîrusa korona li Îtalya ketiye canê bi qasî 200,000 kes û heta niha 26,644 kes kuştine.